Ceza dan jinên ku qeyûm şermezar kirin
Di sala 2019'an de ji bo 6 jinên ku li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin, li her yekê ji wan sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Di sala 2019'an de Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê der barê hevseroka berê ya HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û her wiha Ayşe Mînaz, Hatîce Denîz Aktaş, Şehzade Kûrt, Seher Kadîroglû û Leyla Balkan de ji ber şermezarkirina tayînkirina qeyûman li şaredariyan cezayê girtîgehê birî.
Rûniştina biryarê ya doza ku bi îdiaya 'Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a hejmar 2911 binpê kiriye' hatibû vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê pêk hat. Jinên tên darizandin ne amade bûn, parêzerên wan di danişîna ku dozgeriyê nêrîna xwe ya li ser daxwaza ceza pêşkêşî dadgehê kir de amade bûn. Parêzerên jinan diyar kirin ku xwepêşandan dikeve çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.
Piştî parastinan dadgehê ji bo her 6 jinan salek û 3 meh cezayê girtîgehê sbirî.