Cerdevanê tecawizkar Ramazan Babat hat girtin
Cerdevan Ramazan Babat ê kiryarê bûyera piştî li Qilabanê li dijî zarokekî êrîşa zayendî pêk anî, bi navbeynkariya malbatan ser bûyerê hat girtin, duh di saetên êvarê de hat binçavkirin.

Şirnêx - Derket holê ku cerdevanê 24 salî Ramazan Babat di Gulana borî de li bajaroka Şenoba ya girêdayî Qilabana Şirnexê li dijî zarokekî êrişa zayendî pêk aniye. Di raya giştî de hat eşkerekirin ku piştî êrîşa zayendî, Şeyhmus Babat ê ku hat diyarkirin li bajarok gotinên wî derbas dibin, 200 hezar TL daye malbata zaroka mexdûr û bûyer bêyî ku sewqî dadgehê were kirin, hatiye girtin.
Malbata zaroka mexdûr jî di binçavan de ne
Serdozgeriya ku piştî bûyer li ser medyayê hat bihîstin ket nava tevgerê, şeva duşemê Ramazan Babat binçav kir. Ramazan Babat ê ku îfadeya wî hat girtin, bi îdiaya "Li dijî zarok êrîşa zayendî ya bi kalîte" hat girtin û şandin girtîgehê. Ji bilî Ramazan Babat, Şeyhmus Babat û dayik û bavê zaroka mexdûr ku tevli bûyerê bûne, ji sûcên "tunekirin, guhertin û veşartina delîlên sûc" hê jî di bin çavan de tên girtin.
Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan hat qetilkirin
Cerdevan Ramazan Babat di heman demê de birayê Ahmet Babat ê kujerê Fîrdevs Babat a hat qetilkirin e.
Ahmet Babat ê ku Fîrdevs Babat qetil kir jî bi sûcê “Bi zanebûn zarok kuştiye" hat girtin, hat eşkerekirin ku bi çeka birayê xwe Ramazan Babat pêk aniye.
Di qetlîma daran de jî cih digrin
Ji bilî sûcên di nava malbatê de tên jiyîn, hat hinbûn ku Ramazan Babat û malbata wî yek ji malbatên mezin ên ku di nava qetlîama daran a ku bi mehan e li Şirnexê berdewam dike de cih digrin. Talana ku bi mehan e berdewam dike, bi tonan dar hatine birîn, hê li herêmên Cûdî û Bestayê jêkirina daran didome.