Cerdevanan li Herekolê dest bi birîna daran kirin

Li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê qada daristanê ya herêma Herekolê ji aliyê cerdevanan ve tê talankirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê, li navçeya Dihê (Eruh) ya Sêrtê jî dest bi rûxandina qadên daristanî kirin. Cerdevanan li quntara çiyayên Herekolê dest bi birîna daran kirin. Darên hatine birîn bi kamyonan sewqî nuqteyên cuda têne kirin.