Cenazeyên 6 rehîneyên Îsraîlî ku 2 jê jin e hatin dîtin

Hevdîtinên pevguhertina rehînan û agirbesta li Xezayê tu encam negirtin. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li başûrê herêmê cenazeyê 6 rehîneyên Îsraîlî dîtine.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ragihand ku cenzayên 2 jê jin 6 kesên ku di êrişa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an  li dijî Îsraîlê pêk anî de dîl hatibûn girtin, hatiye dîtin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku cenazê rehîneyan li başûrê Xezayê di tunelekekê de hatine dîtin û beriya demekî kurt hatine kuştin.

Navên dîlên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Carmel Gat, Hersh Goldberg-Polin, Eden Yerushalmi, Alexander Lobanov, Almog Sarusi û Ori Danino. Hat diyarkirin ku cenaze birin Îsraîlê, ji Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji bo welatiyê Amerîkayê Goldberg-Polin ê 23 salî ku di festîvala muzîkê de dîl hatibû girtin peyama sersaxiyê şand. Qesra Spî di daxuyaniyekê de got: "Ez wêran bûm û pir bi hêrs im."

Xizmên rehîneyan di çalakiyê de ne

Muxalefeta li Îsraîlê û malbatên rehîneyên Îsraîlî yên li Xezayê rexneyên xwe yên li ser Netanyahu didomînin. Li gorî medyaya Îsraîlê, şeva borî bi hezaran Îsraîlî li seranserê welat çalakî lidarxistin û daxwaza îmzekirina pevguhertina rehîneyan li gel grûpên Filistînî yên li Xezayê kirin. Çalakvanan; Li bajarên Tel Avîv, Heyfa û Rehovot gelek rê girtin.