Cenazeyên 12 koçberan li nêzî girava Grîtê hatin dîtin
Li başûrê girava Grîtê, cenazeyên 12 koçberan ji deryayê hatin derxistin 18 kes jî ji aliyê keştiyeke bazirganî ve hatin rizgarkirin.
Navenda Nûçeyan – Bi berdewamiya koçberiya ne asayî di riyên deryayî yên bi xeter de, her diçe hejmara koçberên ku dixeniqin zêde dibe. Ev yek rêwîtiyên lêgerîna li ewlehiyê vediguherîne karesatên dubare ku salane jiyana bi sedan kesan bi dawî dikin.
12 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Piştî ku rayedarên Yewnanistaniyê cenazeyên 12 koçberan ji keştiyeke binavbûyî derxistin, hat ragirandin ku 12 koçber mirine. Di vê navberê de, keştiyeke bazirganî ya ku di wir re derbas dibû 18 kesan ku rizgar kir. Rayedaran heta niha der barê nasname yan netewa kesên jiyana xwe winda kirine de tu agahî nedane.
Zêdebûna rêwîtiyên koçberiyê û mudaxeleyên cerdevanên deryayî
Cerdevanên deryayî yên Yewnanistaniyê li heman deverê du keştiyên din ku yek 47 yek jî 40 koçber tê de bûn tesît kirin û ew sewqî yek ji benderên başûrê giravê kirin.
Koçberiya li deryayê û xeterên mezin ên ber bi Yewnanistanê ve
Yewnanistan ji bo kesên ku ji pevçûn û xizaniya li Rojhilata Navîn, Efrîka û Asyayê direvin yek ji xalên sereke yên ketina Yekîtiya Ewropayê ye. Di mehên dawî de bi hezaran kesan rêwîtiyeke deryayî ya bi xeter ji Bakurê Afrîkayê ber bi girava Grîtê ve kirine. Hinek jî ji Tirkiyeyê ber bi giravên Yewnanistanê yên li deryaya Egeyê ve diçin ku piraniya wan di keştiyên plastîk an keştiyên din ên biçûk ku ji bo rêwîtiya deryayê ne guncav in de tên kirin.
Di bûyereke din a cuda de, Wezareta Karên Navxweyî ya Senegalê ragihand ku di encama noqbûna keştiyeke koçberan a li peravên rojavayê welat 21 kes mirine. Di heman demê de tîmên rizgarkirinê hewldanên xwe yên ji bo lêgerîna li herêmê û piştgirîdayîna malbatên kesên ku mirine berdewam dikin.