Cenazeyê zarokê koçber ku ji botê ketibû li behrê hat dîtin

Cenazeyê zarokê koçber ê 13 roj berê li peravên Karaburûna Îzmîrê ji botek lastîk ketibû li behrê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- 25’ê Nîsanê saet di 05:00 de li peravên navçeya Karaburun a Îzmîrê bota lastîk a ku koçber tê de bûn binav bû. Li ser agahiya ku bot binav bû, hêzên ewlekariya peravê dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin. Di keştiyê de 15 koçber hatin rizgarkirin, zarokek jî di nav de 3 kes li ser rûyê behrê hatin tesbîtkirin û hatin rizgarkirin.

Di 8'ê Gulanê de cenazeyê zarokekî winda hatibû dîtin. Piştî muayeneyê cenazeyê zarok birin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.