Cemîle û Nezîhet bi tilîliyan hatin oxirkirin

Cemîle Osman Mamo û Nezîhet Sîdo yên duh li Ehdas a Şehbayê di teqînekê de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Fafînê bi diruşma jin jiyan azadî û tilîliyan hatin oxirkirin.

Şehba - Welatiyên Şehbayê Cemîle Osman Mamo ya 77 salî yê ji gundê Berkaşê ya girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê û Nezîhet Sîdo Sîdo 45 salî ye ji gundê Baflûnê ya girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê di encama teqînekê de duh li navçeya Ehdas a Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn li goristana navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê bi merasîmekê spartin axê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bawernameya jinên jiyana xwe ji dest dane ji aliyê Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Remedan ve hate xwendin.

“Em ê berxwedana xwe di koçberiyê de berdewm bikin”

Hevseroka Meclîsa kantona Efrînê Zelûx Reşîd di merasîmê de axivî û wiha got: “Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Tu carî êşa me li pêşiya me nebûye bend em bi êşa xwe bihêz dibin. Di encama teqînek nediyar de du jinên me yên Efrînê jiyana xwe ji dest dan û gihiştin asta şahadetê. Sedema mezinbûna şoreşê jin bû jin di qada jiyanê de dayîka xwadewend e ji ber wê jî her tim dixwazin di kesayeta jin de îrade têk bibin, lê mixabin tu carî kes nikare vê yekê înkar û têk bibe. Em ji warê berxwedanê dibêjin tu kes li pêşiya îradeya jinê nikare bibe bend û em ê berxwedaniya xwe di vê koçberiyê de berdewam bikin, meha nîsanê meha kêf û xemgîniyê ye.”

Cenazeyê Cemîle û Nezîhet ê bi berizkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Berxwedana Serdemê” û tilîliyan hatin spartina axê.