Cejna Zimanê Kurdî li Helebê hat pîrozkirin
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li bajarê Helebê şahiyek li hola Sahê Şehîdan a li taxa Şêx Meqsûd li dar xist.
Heleb – Ziman nasnameya gelan e, gelê bê ziman, bê maf dimîne ji ber ku jiyan bi ziman dest pê dike, ji bo vê yekê jî divê her kes bi zimanê xwe bixwîne û zimanê dayik û bavê xwe winda neke. Zimanzanê Kurd Celadet Bedirxan ji bo Kurdî xebatên giranbuha kirine. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Helebê bi şahiyek girseyî li taxa Şêx Meqsûd cejna zimanê Kurdî pîroz kir. Şahî bi dirûşma “Asta pêşketina zimanê Kurdî asta pêşketina jiyana me ye” bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxê, Kongra Star, Hîlala Zêrîn û saziyên sivîl amade bûn.
“Ziman nasnameya mirovan e”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka KPC’ê Zahîde Reşîd axivî û got: “Di serî de em şehîdên Rojava bi bîr tînin. Şehîd nirxên herî pîroz in, di riya rastiyê de xwe feda dikin û dibin pakrewanên welat, ji bo jiyana bi rûmet. Ziman zindî ye ziman hebûn e bi hezaran salan e em Kurd li mafên xwe digerin ji bo gihîştina armanceke pîroz. Armanca me birêvebirina xwe û xwedîderketina li hebûna xwe ye. Di şoreşa Rojava de bi hezaran şehîd çêbûn ji ber ku ev şoreş şoreşa hebûnê civakî û axlaqî ye her wiha şoreşa ziman e.”
Endama Kongra Star Zêneb Qenbir jî axivî û got: “Ziman xala sereke û bingehîn e û civakê bi pêş dixe. Ziman nasname û hebûna mirovahiyê ye. Ew bi keda dayikan hatiye parastin. Em dayik û mamoste em ê her dem xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û bi vî navî azadiya Rêber Apo misoger bikin, welatê xwe yê dagirkirî rizgar bikin.
Koma xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman a bi navê Kulîlkên Pêşerojê derket ser dikê û stranên xwe gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.