Cejna Ekîto li Til Temir û Tirbespî hat pîrozkirin

Asurî û Suryaniyên li Hesekê û Qamişlo Cejna Ekîto ku dikeve sala xwe ya 6773'an pîroz kirin.

Qamişlo/Hesekê – Li navçeya Tirbespî ya bajarê Qamişlo û Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatiyên Suryan û Suryanî 1’ê Nîsanê Cejna Akîtu pîroz kirin.

Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya Yekîtiya Suryaniyan hat lidarxistin de dîmenên rengîn derket pêş, ji gelên cuda gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gelek sazî û nûnerên gel jî ji bo Cejna Akîtu ku yek ji cejnên herî kevn ên Mezopotamyayê ye peyam şandin.

Tirbespî

Pîrozbahiya ku komên govendê yên Ornina û Yartutha derketin ser dikê, eleqeyeke mezin dît. Di pîrozbahiyê de endama Yekîtiya Jinên Suryanî Sabah Şebû axivî û got, "Cejna Akîtu xwedî sembolên dîrokî ye û weke roja ku xweza xwe nû dike, ango destpêka biharê tê dîtin. Îro li ser bingeha dîroka kevnar hatiye avakirin. Bi navê Şahbanûya Îştar, em wek gelê Suryanî bi minasebeta cejnê dengê xwe bigihînin cîhanê.

'Sîstema me ya demokratîk gelan bi hev re diparêze'

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed jî got, "Berê me nedikarî pîrozbahiyên bi vî rengî li dar bixin. Bi saya naskirina Rêveberiya Xweser em ê her sal cejna xwe li gelan pîroz bikin. Sîstema demokratîk a ku me pêk aniye, me li gel hev digre û dê ev yek bidome."

Til Temir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her netew û kêmar, bi rengekî azad û demokratîk cejnên xwe yên niştîmanî û neteweyî bê tirs pîroz dikin. Xirîstiyanên navçeya Til Temirê û bajarê Hesekê tevî gundewarên wê, bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên qedîm, berê xwe dan gundê Til Werdiyat ê ku dikeve navbera Til Temir û Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Qada pîrozbahiyê bi alên Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Aşûrî ya Demokratîk û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hatibû xemilandin. Bedewiya jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî bi biharê re bûbû yek û tabloyeke pir xweşik derxistibû holê. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, Desteya Jin a Herêma Cizîrê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û gelek sazî û dezgehên rêveberiyê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanan,  axaftin bi navê Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Asurî ya Demokratîk, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê hatin kirin.

 'Ji Newrozê ber bi Ekîto û Çarşema Sor ve'

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Edalet Omer axivî û wiha got: "Em bi hêvî ne ku cejna Ekîto bibe destpêka bidawîkirina şer û tundiya ku herêm pê re rû bi rû dimîne û bibe misogeriya demokrasî û edaletê. Mezopotamya ku di navbera her du çeman Dîcle û Firatê de ye, xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e. Mezopotamya dibe dayika hemû şaristanî, çand, zanist, ol û netewan. Her wiha dergûşa hemû mezheban e, ji Sumeran heta Akadan, Babîl, Asur, Med, Mîtanî û Horiyan e ku hemûyan jî bi hev re lê jiyane û yekitiyeke pêşeng ava kirine. Ji Newrozê ber bi Ekîto ve, ji Ekîto ber bi Çarşema Sor ve ev hemû cejnên me jî diyar dikin ku ev hemû gel li ser vê axê bi xweşî û nexweşiya xwe jiyanê domandine û parastina çanda xwe kirine. Dewlemandiya vê çandê li ser vê axê bû sedem ku gelek dewletên hegemon çav berdinê û bixwazin bi riya şerê olî, mezhebî û gelek rê û rêbazên din wê têk bibin. Gelê Asur, Kurd, Ermen û Suryan jî bi gelek êrîşên qirkirinê re rû bi rû man, ji lewre em neçar in di roja îro de çarenûsa xwe bikin yek û dawî li êrîşên wiha bînin."

'Em bi hêvî ne ku Ekîto bibe misogeriya naskirina Rêveberiya Xweser'

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qiryo jî cejna Ekîto li tevahî gel pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Cejna Ekîto ji Mezopotamyayê dest pê kir û îro hemû Sûriyeyî vê cejnê pîroz dikin, ji ber ku rojeke pîroz e û nûbûna jiyanê di xwe de dide der. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe misogeriya naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Piştî axaftinan Koma Etra û Înana ya zarokan û mezinan bi hev re govend li ber stranên Asûrî gerandin.

Li gorî bernameya komîteya amadekar wê cejn bi stran û govendan berdewam bike.