Cejna Akîto: Daxwaza Aşûriyan misogerbûna mafan e

Pêkhateyên Aşûrî yên cejna Akîto (6775) pîroz dikin, anîn ziman ku hêviya wan di vê cejnê de aştî û aramî ye û banga ‘divê di destûra Sûriyeyê de mafê hemu pêkhateyan misoger bibe’ dan.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Gelê Xirîstiyan, 1’ê Nîsanê sersala Aşûrî-Babilî (Akîto 6775) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Di wextekî de ku dagirkeriya Tirk gundên Aşûriyan bombebaran dike, dêrên wê dide ber topan, Aşûrî-Suryanî sersala xwe pîroz dikin. Bi vê boneyê me xwest nêrîn û daxwazên Aşûriyên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê bigrin.

Hêviya aştî û aramiyê

Sebêla Ixtiyar sersala Aşûrî-Babilî li giştî gelê Aşûrî yên ku li welêt û derveyî welêt dijîn pîroz kir û wiha hêviyên xwe anî ziman: “Em vê sersalê li giştî gelê xwe yê li Sûriyê û Îraqê dijîn taybet pîroz dikin. Em bi vê boneyê hêvî dikin ku aştî û aramî serwer bibe.”

‘1’ê Nîsanê nûkirina nasnameya çandî û mîrateya Aşûriyan e’

Cemîla Kako jî da zanîn ku 1’ê Nîsanê nûbûna jiyan û xwezayê nîşan dide û wiha pêl da gotina xwe: “Di dîroka mirovahiyê de pîrozbahiya sersalê ya herî kevn sersala Aşûrî-Babilî ye. Heman demê tê wateya nûkirina nasnameya çandî û pîrozkirina mîrateya Aşûriyan. 1’ê Nîsanê ji bo yekîtiya Aşûriyan li ser asta cîhanê boneyeke girîng e.”

‘Gelên ku beşeke bingehîn ji tevna axa kevnar pêk tînin bi pirsgirêkên hebûnê re rû bi rû ne’

Sîmêl Ixtiyar got ku ew bi 1’ê Nîsanê sala Aşûriyan ya ku di nava xwe de mîraseke dîrokî ya kûr hildigire û şaristaniyeke kevnar û kevneşopiyên dewlemend dihewîne, pîroz dike û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di vê helkefta giran de em zor û zehmetiyên ku gelê me yê Aşûrî tê re derbas bûne bi bîr tînin û rewşên dijwar ên ku îro Aşûriyên li Sûriyê dikişînin dinirxînin. Gelê Aşûrî yên li Sûriyeyê ku her tim beşeke bingehîn a tevna vê xaka qedîm e, di nava krîzên domdar ên li welêt de rûbirûyî pirsgirêkên hebûnê dibin.”

‘Ji bo mafên xwe yê mirovî û çandî Aşûrî di nav têkoşîneke dijwar de ne’

Sîmêl Ixtîyar da xuyakirin ku gelê Aşûrî di nav têkoşîneke dijwar de ne û wiha sedem bilêv kir: “Di navbera koçkirin û koçberiya bi darê zorê û hema hema êrîşên rojane li ser gundên Aşûriyan ku berê gelê me hembêz dikir de, Aşûrî ji bo mafên xwe yên mirovî û çandî di nava têkoşîneke dijwar de ne. Sersala Aşûriyan ne tenê pîrozbahiyek e. Ew vexwendinek e ku em li ser kêşeyên ku em pê re rû bi rû ne bifikirin û ji bo xurtkirina hebûna me ya di jiyana siyasî, çandî û civakî ya herêmê de bixebitin.”

Bang: Mafên Aşûriyan di destûra Sûriyê de bicih bikin

Sîmêl Ixtîyar di vê dawiyê de bang li NY û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku di têkoşîna azadî û edaletê de li kêleka gelê me yê Asûrî bin. Heman wextê em daxwaz ji desthilata Sûriyê dikin ku piştî qonaxa veguhêz mafên Aşûriyan di destûra Sûriyê de wek gelên resen yên li ser vê xakê, bi cih bikin.”