Canan Kaftancioglu ji girtîgehê derket

Canan Kaftancioglu ya ku piştî dawîbûna kiryarên dadgehê ya ji bo înfaza cezayê xwe ya misogerbûyê, sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin, ji girtîgehê derket.

Navenda Nûçeyan -  Cezayê hepsê ya 4 sal û 11 meh û 20 roj ya Seroka Giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ku di 3 dozan de lê hat birîn, piştî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, bi misogerbûyinê şandin înfazê. Canan Kaftancioglu piştî ku biryar ji aliyê 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Stenbolê ve ji înfazê re hat şandin, duh ji bo pêkanîna kiryarên pêwîst çû Edliyeya Stenbolê. Li edliyeyê biryar li ser rûyê Canan Kaftancioglu hat xwendin. Piştre Canan Kaftancioglu ji bo kiryarên înfazê çû Saziya Înfaza Cezayê ya Silîvriyê.

Canan Kaftancioglu ya bi şertê kontrola edlî hat berdan, li ber Girtîgeha Sîlîvriyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.