Bûyerên qetilkirina jinan tên veşartin
Bûyerên qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin. Ji ber veşartina sûcan kujer cesaret digrin. Lêkolîner û derûnînas Şehên Omer got ku li dijî vê yekê têkoşînekê xurttir û xebatekî cidîtir divê bê meşandin.

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Feraseta mêr a paşverû û desthilatdarî her dem hewl didin tundî û qetilkirina jinan rewa bikin. Veşartina daneyên qetilkirina jinan bûne sedem ku kujer ne diyar bin û neyên pêşberî dadgehan.
Li gorî daneyên fermî, salane nêzî 50 jin li herêma Kurdistanê tên kuştin. Rêxistina Serbixwe ya jinan diyar dike ku daneyên rast ji vê hejmarê gelek zêdetir e û gelek sûc weke ‘întihar’ tên tomarkirin. Rêxistinê da zanîn ku desthilatdarî ji dil nêzî dozên jinan nabe, di hefteya borî de li Helebceyê jinek, li Derbendîxanê yek û du jin jî li Kifrî hatine kuştin û heta niha sedema kuştina van jinan nayê zanîn.
Di 10 rojan de 4 jin hatin kuştin
Tenê di nava 10 rojên destpêka meha Îlanê de hejmara jinên hatin kuştin wiha ye:
*4’ê Îlonê, li bajarokê Derbendîxan ê girêdayî bajarê Silêmanî, mêrek piştî vegeriya malê êrîşî hevjîna xwe kir û qetil kir.
*Şeva 6’ê Îlonê li taxa baxê mîrî yê Helebceyê du jin ku yek ji wan dayîk û keçek bûn hatin qetilkirin.
*Di şeva 7’ê Îlonê de li bajarokê Kifrî şer di navbera du malbatan de derket, jinek bi kêrê birîndar bû, ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Ajansa me her meh daneyên ku ji çapemeniyê hatine berhevkirin, bi raya giştî re parve dike. Lê belê aliyên pêwendîdar bi hinceta başkirina rewşê daneyan ji raya giştî re eşkere nakin.
Lêkolînera derûnî Şehên Omer Helebceyî têkildarî kuştina jinan û veşartina daneyên ji ajansa me re axivî û wiha got: “Sedema zêdebûna kuştina jinan li herêmê, nehişyariya kes û civakê ye ku nikare bi zimanê goftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha nebûna navenda rawêjkariya derûnî, malbatî û nebûna nexweşxaneyên derûnî li herêmê bi giştî kes û civak nikare di dema pirsgirêkan de çareseriyê çêbikin, ji ber wê bûyer heta xwekuştinê diçe.”
‘Veşartina daneyan sedema zêdebûna bûyerên kuştinê ye’
Şehên Omer Helebceyî da zanîn ku aliyên pêwendîdar piraniya bûyerên kuştina jinan vedişêrin û veşartina ji aliyê eşîret û sedemên civakî zêde bûye û wiha got: “Di aliyê zagonî de kar asankirin ji ber şertên civakê, bêdengî û gilînekirinê, destê zagonê girê dide û nikare kujeran ceza bike. Ji ber wê divê aliyê pêwendîdar bi cidî nêzî van bûyeran bibin. Asta xizmetguzarî û derûnî berfireh bikin û civak beriya biryarê hişyar be. Dema mirov rastî van cureyên bûyeran hatin serdana navendan bikin ji bo ku kar di nîvî de nemîne. Di heman demê de divê rêxistin û civaka sivîl hewldanên xwe cidî bikin û di hişyarkirina civakê de bi bandor bin, da ku kes bi taybetî jin nebin qurbanî.”
‘Em lêkolîner xwe di her bûyera întiharê de berpirsyar dibînin’
Şehên Omer Helebceyî têkildarî gelo jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serlêdan dikin an ne de wiha got: “Em lêkolînerên derûnî û civakî xwe berpirsyar dibînin, jin dikaribûn pêwendî bi me re daynin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha ji ber cih tunebû, bi riya rêxistin û kesyetiyan em dikaribûn pirgirêkan çareser bikin. Lê belê pêwistî bi karên cidîtir heye.”