Burcu Demîr beriya were qetilkirin rastî gefan hatiye!

Hat hînbûn ku Burcu Demîr a ji aliyê çawîşê pispor Mûrat Coşan ve hat qetilkirin, beriya ku bê qetilkirin rastî gefa qetilkirinê hatiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Xarpêt- Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Xarpêtê Burcu Demîr a 32 salî ku roja 12'ê Çileyê bi çawişê pispor Mûrat Coşan re zewiciîbû, di 7’ê Sibatê de bi çekê hat qetilkirin. Bûyer li ber nexweşxaneya ku Burcu Demîr lê dixebitî pêk hat. Kiryar Mûrat Coşan ê piştî bûyerê reviya, piştî çend saetan ji aliyê polîsan ve hat girtin. Burcu Demîr piştî karûbarên otopsiyê li navçeya Depê ya Xarpêtê hat definkirin.

Rastî gefa qetilkirinê hatibû!

Xizmên Burcu Demîr ên ku têkildarî bûyerê em bi wan re axivîn, hûrgiliyên bûyerê ji ajansa me vegotin. Çavkaniyên ku diyar kirin Burcu û kiryar Mûrat salek in hev nas dikin û beriya mehek zewicîne, hat diyarkirin Burcu Demîr bi taybetî di rojên dawî de rastî tundiyê hatiye. Hat hînbûn ku Burcu Demîr ji xizmên xwe re gotiye; “Gef li min dixwe, ez dixwazim wî berdim” û derket holê ku çawîşê pispor Murat Coşan li Burcu re gefa ez ê te û malbata te bikujim xwariye.

Bûyer bi plankirî hatiye kirin!

Gava ku Burcu Demîr ji aliyê kiryar Murat Coşan ve rastî tacîzê hat, hat hînbûn ku kiryar di vê pêvajoyê de heqaret li malbata xwe ya ku bertek nîşanî vê rewşê daye jî xwariye. Hat diyarkirin ku Burcu ya ku piştî gefan rastî telefonên tacîzê hatiye, roja bûyerê jî kiryar gelek caran bi telefonê lê geriyaye. Xebatkarên nexweşxaneyê yên şahidên bûyerê, diyar kirin ku bûyer li ber deriyê paşî yê nexweşxaneyê ku kes zêde naçe û kamera nîn e hatiye jiyîn. Dan zanîn ku ev hûrgilî jî delîl e ku kiryar bûyer bi plankirî pêk aniye.”

Destûr nehat dayîn ku hevalên wê tevli merasîma cenaze bibin!

Xebatkarên tenduristiyê ku dengê çekan bihîstin, diyar kirin kiryar reviyaye û Burcu li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve destûr nehatiye dayîn ku hevalên Burcu yên li nexweşxaneyê dixebitin tevli merasîma cenaze bibin.

Malbatê daxwaza edaletê kir

Xizmên Burcu Demîr ên ku em têkildarî bûyerê bi wan re axivîn, daxwaza edaletê dikin, ji bo qetlîamên jinan ên li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin jî bertek nîşan dan. Ferdên malbatê yên ku diyar kirin kiryar hê li emniyetê îfade nedaye, bang kirin ku cezayê pêwîst bigre û bêceza neyê hiştin.