Biryarên Doza Kobanê wê sibê li 3 bajaran werin şermezarkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, encama Doza Kobanê weke 'komploya li dijî Tirkiyeyê û tolhildana pêvajoya çareseriyê' nirxand û banga tevlibûna çalakiyên ku wê sibê li Amed, Edene û Stenbolê bên lidarxistin kir.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî rojevên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh piştî biryarên Doza Kobanê bi awayekî awarte civiyabû, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan, da zanîn ku zêdetirî 400 sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn û got: “Di demeke ku li rexekê hewaya siyasetê nerm dibû, asayîbûn çêdibû û nîqaşên destûra bingehîn didomiyan ev rewş qewimiye û got ku gelo ew ê çawa qala asayîbûnê bikin?”

Ayşegul Dogan anî ziman ku dîrokên tweeta weke hinceta dozê hatiye nîşandan û qewimîna bûyeran jî hev nagirin û wiha pê de çû: “Ji bo lêkolînkirina bûyeran me pêşnûmeyên lêkolînê dan meclisê lê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. HDP’iyên di dozê de dihatin darizandin, weke ‘kujer’, ‘sedemên’ kesên di bûyeran de mirin hatin nîşandan. Lê dadgehê ji ber van tawanbariyan biryara beraetê da. Heta ev dadgehê bi rayeya taybet jî nikarin vê têkiliyê deynin. Lewma nikarin weke delîl bi kar bînin. Baş e lê Erdogan çi kir? Di her mitînga xwe de siyasetmedarên girtî û partiya me bi vê mijarê hedef girt.

‘Ev kûmpas li ser tevahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin’

Ayşegul Dogan bal kişand ser twîta cîgirê Wezîrê Karên Hundir Bulent Turan a hê biryar tam nehatibû eşkerekirin parve kiribû û wiha got: “Biryar li gorî rêza alfabayê dihatin ragihandin. Hê di rêza A’yê de bû ku twîta ‘Me gotibû dê hesab were pirsîn, hat pirsîn. Me gotibû ev wiha namîne dê nemîne.’ Ev tê çi wateyê? Demek bi rastî jî Doza Kobanê, doza kûpmasê ye kê ev kûmpas li ber tevahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin.”

‘Bi milyonan kesan ji bo van siyasetmedaran dengê xwe dan’

Ayşegul Dogan, diyar kir ku doz bi fermanên siyasî hatiye meşandin û wiha derbirî: “Heke kesên hesabê bipirsin hebin, ew jî em in. Hûn hesabê çi dipirsin? Bi milyonan kesan ji bo van siyasetmedaran dengê xwe dan. Selahattîn Demîrtaş ne tenê Selahattîn Demîrtaş e. Fîgen Yuksekdag ne tenê Fîgen Yuksekdag e. Ji ber ku her siyasetmedarek îradeya milyonan e. Hûn nikarin der heqê van siyasetmedaran de bi fermanan, li korîdorên navendên giştî yên partiyan biryarê bidin.”

‘Kesek nikare qala asayîbûnê bike’

Ayşegul Dogan, navê kesên ji dozê tên darizandin, ên ceza li wan hatine birîn û yên tehliye bûne bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gultan Kişanak duh tehliye bû. Weke ku wê jî gotibû; pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tehliyeyê, bi wekhevî, demokrasî û edaletê heye. Ji bo ev yek çêbibe jî divê kesên bi salan bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên girtin û tehliyeya wan tê taloqkirin bên berdan. Nexwe kesek nikare qala asayîbûnê bike.”

Sibê bi daxwaza demokrasiyê dê li 3 bajaran çalakî bên lidarxistin

Ayşegul Dogan, gavên ku dê li dijî biryaran biavêjin ragihand û axaftina xwe wiha qedand: “Bi daxwaza demokrasiyê em ê sibe saet di 17.00’an de li pêşiya nûnertiya Taxa Barbarosê ya Edeneyê, saet di 16.00’an de li Qada Şêx Seîd a Sûra Amedê û saet di 17.00’an de jî li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bên gel hev. Em dîsa bang dikin; heke em bi hev re vî dengî bilind nekin, heke em bi hev re li dijî bêedaletiyên ji Geziyê heta Kobanê û dozên Can Atalay û Kavala dengê xwe dernexin dê rojên zehmet li pêşiya me bin.”