‘Biryara Dadgeha Federal a Iraqê dê xeterên mezin bi xwe re bîne’

Çalakvanên jin der barê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de diyar kirin ku ev biryar dibe sedema zêdebûna tundîtûjiya li hemberî jinan û dê di jiyana civakî de bibe sedema rawakirina bêrêziya li hemberî jinan û pîvanên mirovî.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Dadgeha Federal a Iraqê di 30’ê Mijdarê de biryar dabû ku dema mêr cara duyem bizewice mafê jinê tune ye daxwaza hevberdanê bike. Ev biryar li herêma Kurdistanê bû sedema nerazîbûnên berfireh, jin diyar dikin ku ev biryara zordestiya aqliê mêrsalarî dê bibe sedema zêdebûna tundiya derûnî, bedenî di civakê de belavbûna malbatan.

‘Ev biryar dibe sedema kolekirina jinan’

Serpereştiya koma pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî civakê Bihar Munzir diyar kir ku ev biryar ne tenê li Kurdistanê, li Iraqê jî dibe sedema zêdebûna tundiya li hemberî jinan, ji ber ku dixwazin jinan bikin kole bi vê yekê. Bi vê biryarê dê dema ku mêr careke din bizewice mafê jinê yê hevberdanê tune be û destnîşan kir ku bi xwe di ezmûna xwe de çend jinan ji ber hevjînê wan cara duyem zewicîne berê xwe dane rêxistinên jinan û wiha got: “Ger jin dengê xwe di vê mijarê de dernexin û helwesta xwe nîşan nedin, wê destkeftiyên tevgerên jinan bi dest xistine ji wan werin standin.”

‘Mêr diçin li herêmên li ser hikumeta Iraqê dubare dizewicin’

Bihar Munzir bi bîr xist ku ev biryar ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve nehatiye bicihkirin loma mêr diçin herêmên li ser hikumeta Iraqê bi jinên din re dizewicin û wiha domand: “Ev cureyên pêkanînan zêdetir berfireh dibin û rê li ber wan vedikin tundîtûjî zêde dibe, zagonên mêrsalarî hin zêdetir berfireh dibin. Jin niha bi awayek jîr û bi hêz beşdarî hemû qadên jiyanê bûne û divê li hemberî van biryaran hemû rêxistin, zagon û dadgeh xwedî helwest bin bi kûrî lêkolîn bikin û rêxistinên Iraqê werin agahdarkirin û baş bizanibin ku dê ev zagon çi bi xwe re bîne û bandorek çawa li ser herêma Kurdistanê bike.”

‘Ev zagon tundîtûjiyê zêdetir dike’

Rêvebera rêxistina Dabîn û çalakvan Dilsoz Zengene biryara dadgeha federal a Iraqê wek metirsiyek bi nav kir û got: “Ev zagon zêdedûna tundîtûjiya li hemberî jinan e. Hevjînî yek e ne dudu ye, zewaca duyem bêrêziya herî mezin li hemberî jinan. Ji ber ger ev biryar were bicihkirin dê metirsiyek zêdetir bi xwe re bîne. Daxwaza me ew e ku dadgeha Federal û hikumeta herêmê hevkariya rêxistinên jinan û çalakvanan bikin, da ku bikaribin zagonên ku mafên jinan diparêzin amade bikin.”