Bîrsen Kars a ji komkujiya 19’ê Kanûnê rizgar bûbû, jiyana xwe ji dest da
Bîrsen Kars a di qetlîama li hemberî girtîgehan di sala 2000’î de hat pêkanîn û navê ‘Vegera Jiyanê’ lê hat dayîn de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe jidest da.
Navenda Nûçeyan – Yek ji navên ku di komkujiya bi navê ‘Operasyona Vegera Jiyanê’ de li hemberî girtiyên ku li dijî pêkanîna Tîpa F di 19-22’yê Kanûna 2000’î de hat pêkanîn bi birîndarî rizgar bûbû, Bîrsen Kars jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya ku di Halkin Sesî TV de hat dayîn, Bîrsen Kars a ku bi salan e li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê tedawiya pençeşêrê didît, îro jiyana xwe ji dest da. Bîrsen bi gotina xwe ya ‘zindî zindî me şewitandin’ a di komkujiya girtîgehan a 19-22 Kanûnê de, dihat nasîn. Beşekî mezin ji serî, dest û pişta Bîrsen Kars a wê demê 29 salî bû, şewitî bû.
"Bi gotinên “Zindî zindî me şewitandin” hovîtiya hatibû kirin vegot"
Bîrsen Kars a ku di sala 1992’an de xwendevana beşa muhendîsiya Endustrî ya Zanîngeha Stenbolê bû, di dema çalakiyek de hatibû binçavkirin û ji ber çalakî û îdiaya ‘bûyîna endamê rêxistina derzagonî’ 15 sal biryara cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Bîrsen Kars a ji komkujiya 19 Kanûnê bi gotina ‘zindî zindî me şewitandin’ bi birînên xwe yên giran li ambûlansê dihat siwarkirin, ji ber çekên kîmyewî û îşkenceya giran a rastî wê hatibû nexweşiya pençeşêrê girtibû.