‘Bîrdoziya Rêber Apo temînata rizgariya mirovahiyê ye’

Endama koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn diyar kir ku çavkaniya çareserî û dermanê nexweşiyên serdemê, Abdullah Ocalan e û got: “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogeriya hilweşîna pergalên serdest e.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li girtîgeha gireva Îmraliyê di bin tecrîdê de girtî ye. Di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li 74 welatên cîhanê hat destpêkirin. Ev pêngava ber bi temamkirina salekê ve diçe, pergala qirkirin û îşkenceyê ya li Îmraliyê xist rojeva cîhanê.

Di vê çarçoveyê de endama Kordînasyona rêxistina Kongra Star a kantona Firatê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Macîde Hesûn, pêngava azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

‘Bîrdoziya Rêber Apo gerdûnî bûye’

Macîde Hesûn di destpêka şîroveyên xwe de, bal kişand ser komploya ku bîrdoziya Ocalan hedef girtiye û got: “Ev çend sal in tecrîdeke mutleq li ser Rêber Apo tê meşandin, tevî bi gelek hewldan, serlêdanên malbat û parêzeran, çalakî û protestoyên ku çêbûn, dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe berneda. Ji ber vê jî em niha ji rewşa wî bêagahî ne. Em dikarin vê yekê weke îşkencekirin û binpêkirina mafên Rêber Apo yên herî rewa bigrin dest. Pergala ku li girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn, em weke jin dinirxînin ku tecrîdkirina azadiya jinan û projeya wê ye, di heman demê de bi girtina Rêber Apo re gelên ku li derdora bîrdoziya azadiyê kom dibin, perwerde dibînin û pêk tînin jî ji vê rastiyê dûrxistin e. Kes nikare înkar bike ku ji her demê zêdetir a niha bîrdoziya Rêber Apo gerdûnî bûye. Ji gelê Kurd wêdetir, em dibînin gelek pêkhate û neteweyên cuda daxwaza raman û projeyên Rêber Apo dikin. Ji bo vê jî çawa ev bîrdozî ewqas belav bûye, pergala îşkence û qirkirina li Îmraliyê jî dijwartir bûye. Em bawer dikin ku berxwedana Rêber Apo di Îmraliyê de nîşan dide û hevgirtina ji derve ya ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê, wê bigihîje serkeftinê. Heger ewqas mirov ji bîrdoziya wî bawer in û ji bo wî têdikoşin, bêguman wê komplo jî têk biçe.”

 ‘Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye’

Macîde Hesûn destnîşan kir ku yên daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin ji bîrdoziya wî bawer in û got: “Bîrdoziya Rêber Apo wisa kûr e ku ji hemû aloziyan re û ji bo pirsgirêkên tevahî beşên civakê ji zarok, jin û ciwanan re dibe bersiv. Bi taybetî jî pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ku em niha dijîn, diyar dibe ku pergala heyî îflas bûye û li şûna ku ji nakokiyan re bibe bersiv, krîzan kûrtir dike. Di rewşeke bi vî awayî de mirovahî li çareserî ango pergaleke alternatîf digere, bîrdoziyeke ku di cewher û rastiyê de bikaribe ji hemû pirsgirêkan re bibe çareserî. Di vî warî de paradîgmaya ku Rêber Apo pêşkêş dike kilîta çareseriya tevahî pirsgirêk û nexweşiyên vê serdemê ye. Pratîk, çawanî û encamên projeyên Rêber Apo jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe didin der. Jixwe ev hêzên hegemon ên li ber têkçûnê ne jî hewl didin bi tesfiyekirina bîrdozî û projeya Rêber Apo re temenê serdestiya xwe dirêj bikin. Lewre jî li ser rewşa Rêber Apo bêdengiyeke mezin heye û saziyên pêwendîdar tu helwestek nîşan nadin.”

‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûye rojeveke cîhanî’

Macîde Hesûn diyar kir ku bi pêngava cîhanî ya ‘ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dildar û hezkiriyên Abdullah Ocalan gihîştin hev: “Ya girîng ew e ku bi qasî dijberên ramanên Rêber Apo, dildar û hezkiriyên wî jî hene. Kesayeteke weke Rêber Apo ku tevî hemû şert û mercên di girtîgehê de dijî, xwedî bandoreke gelek mezin e li derve. Gelo dema ku di nava gel û civaka xwe de be em ê rûbirûyê encamên çawa werin. Di zanebûna vê rastiyê de pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji sînorên Kurdistanê derket û niha di rojeva cîhanê de ye jî. Ji bo vê jî em dibînin gelek kesayetên di nava civakê de bi bandor in jî beşdarî pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûn. Ev pêngav bû wesîleya ku daxwaz û armancên me hemûyan bibin yek û di asta navdewletî de xebateke hevbeş were meşandin.”

‘Em ê pêşengiya misogerkirina azadiya fizîkî ya rêbertiya xwe bikin’

Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de bangawaziya mezinkirina pêngavê kir û wiha bi dawî kir: “Weke jin em her dem dibêjin û em ê pêk bînin jî. Ên ku pêşengiya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin û pergala Îmraliyê hilweşînin wê jin bin. Rêber Apo di kesayeta jinên Kurd de, ji hemû jinên cîhanê re projeya azadiyê û guherandina rewşa ku dijîn pêşkêş kir. Ev rastî ji her kesê ve xuya ye lewre yên ku deng û hêza xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin yek, hêvî û xeyalên xwe di vê bîrdoziyê de dîtin. Ev xebatên hevbeş û gavên ji bo Rêber Apo tên avêtin, em erênî dinirxînin. Dîsa jî em bang li hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz, kesên ji ramanên Rêber Apo bawer dikin û bi taybetî yên ku çareseriyê di Îmraliyê dibînin dikin ku vê pêngavê bihêztir bikin. Mirovahî deyndarê berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li dijî pergala hêzên komploger e. Pêwîst e em jî bi vê berpirsyarî û erkê tevbigerin û rêbertiya xwe bi fizîkî azad bikin.”