Bîr û Fermana 74’an – 4

“Fermana 3’yê Tebaxê ne dawî bû ne jî destpêk bû, hemû dinya dema fermanê çav û guhên xwe girtin, kes hawara me nebihîst. Heta em nekevin bin axê birîna me nayê pêçandin û heta mirinê dê di dilê me de be.”

CÎLAN ROJ

Şengal – Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrîşê Mûsilê kir ku di bin desthilatdariya hikûmeta Iraqê de bû û di nava rojekê de bêyî ku li pêşiya xwe astengiyek bibîne Mûsilê dagir kiribû. Ji ber artêşa hikûmeta Iraqê li gor lihevkirineke navneteweyî, bêyî guleyekê biteqîne Mûsilê radestî DAIŞ’ê kir. DAIŞ piştî Mûsilê dagir kir vê carê di encama lihevkirin û îxaneta PDK-Iraqê, di 3’yê Tebaxê de berê xwe da Şengalê. DAIŞ beriya ku êrîş bike 12 hezar hêzên PDK û Iraqê ku li Şengalê bûn, bêyî ku li pişt xwe binêrin Şengalê terikandin û Êzidiyan di bin fermanê de hiştin. Lê bes ev hêzên li Şengalê beriya ku derkevin jî ji bo Êzidî xwe neparêzin û hemû bên qetilkirin çekên di destê gel de bûn kom dikin û ji wan re dibêjin dema tiştek bibe em ê we biparêzin. Êzidî jî baweriya xwe bi wan tînin û piranî çekên xwe radestî wan dikin. Lê roja di êrîşa DAIŞ’ê de 12 hezar hêzên PDK û Iraqê, Êzidiyan neparastin û ji Şengalê derketin.

Roja êrîşa DAIŞ’ê Êzidî ji bo xwe bigihînin çiyayan xwe li lofan didin lê bes gelek Êzidî di wan lofan de yan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin esîrgirtin an jî ji aliyê pêşmergeyan ve radestî DAIŞ’ê hatin kirin.

Bi 8 ferdên malbata xwe re esîr dikeve

Dayê Xonav Îno Xûndo jî yek ji wan kesan e ku bi 8 ferdên malbata xwe re, ew, hevjinê xwe, sê kurên wê, pîra wan, kurê tiyê wê û biraziyek wê di lofan de wek esîr dikevin destê DAIŞ’ê. Me jî ji bo guhdarkirina çîroka dayê Xonav berê xwe da mala wê. Dayik destpêkê nexwest biaxive lê piştî israra me ji me re behsa roja fermanê û ketina destê DAIŞ’ê kir.

Me ji wan bawer kir lê...

Dayê Xonav bi êş û kesereke mezin wiha behsa hatine DAIŞ û dîl ketina bi destê DAIŞ’ê kir: “Dema DAIŞ hat em çûn lofan lê bes hevjinê min ligel dayika xwe ma û got ez ê dayika xwe nedim wan. Lê em û zarok bi lofan ketin, me sê lof derbas kiribû erebeyên çeteyan hatin pêşiya me birîn û yekser telefonên zarokan ji wan girtin. Piştre ji me re gotin ‘herin malên xwe kî ji we re got bazdin û biçin.’ Me jî got pepûko rast e û me ji wan bawer kir. Me xistin erebê û anîn Şengalê. Me ji wan bawer kir lê bes êdî em ketibûn destê wan û cihê ku em biçin nîn bû.”

Wek dayê Xonav gotî baweriya xwe bi gotinên çeteyan anî bûn û êdî ketibûn destê DAIŞ’ê. Çeteyan sê rojan wan li Şengalê ragirin û piştre wan dibin Tileferê. Dayik bi van gotina qala wan rojan dike: “Pênc-şeş rojan em li Tileferê man, halê me ne tu hal bû. Av nîn bû, nan nîn bû. Piştî hefteyekê ji Tileferê me derbasî Rojava kirin û sê mehan em li wir man. Piştî sê mehan dîsa hatin gotin em ê we bibin Mûsilê. Vê carê em hatin Mûsilê û nêzî mehekê em li Mûsilê man. Piştre dîsa ji Mûsilê anîn Tileferê.”

Tenê dayê Xonav û hevjinê wê berdidin

Dayê Xonav û hevjinê xwe nêzî 8 mehan di destê DAIŞ’ê de dimînin û di nav van 8 mehan de çeteyan wan ji wir dibin wir, her carê cihê wan guhertine. Dayê Xonav û hevjinê xwe piştî 8 mehan zarokên xwe yên di destê DAIŞ’ê de dibînin. Dayê Xonav bi êş û kelogirî behsa wan rojan dike: “Piştî 8 mehan di 8’ê Nîsana 2015’an de em gihiştin kampê gel zarokên xwe. Piştî demekê çeteyan min û hevjinê min li beramberî fîdyeyan berdan. DAIŞ tenê min û hevjinê min berdan, me got zarokên me jî bidin gotin na em wan nadin. Me ji zarokan re got em naçin lê bes zarokên me gotin biçin hûn xwe xilas bikin.”

Hê jî aqûbeta sê kurên xwe nizane

Piştî dayîna fîdyeyê dayik û hevjinê xwe tên Kerkûkê û li Kerkûkê ji alî saziyan ve têne pêşwazîkirin. Me ji dayikê pirsî ka kî perê fîdyeya wan daye lê dayik diyar kir ku ew jî nizanin ji bo berdana wan kî pere daye çeteyan.

Dayik û hevjinê xwe piştî tên berdan salek li Başûr dimînin û piştre vedigerin Şengalê.

Lê mixabin wek bi hezaran Êzidiyan hê jî aqûbeta sê zarokên dayê Xonav nayê zanîn, piştî berdanê careke din zarokên xwe neditiye.

Piştî fermanê bi dilekî şikestî vegeriyane Şengalê

Me xwest dayik tiştên ku di dema destê DAIŞ’ê de bû, ditiye ji me re bêje. Dayê Xonav destpêkê nexwest wan rojan bîne ser ziman lê piştî bêdengiyeke kurt û girîneke biêş, dest bi axaftina xwe kir: “Jinên ciwan ber çavên me dibirin. Tişta herî zehmet û min ji bîr nekirî ev e; du çete hatin dest û lingê keça ciwan girtin û birin, qêrîn û hawara keça ciwan bû. Jixwe me li gel hev nedihiştin. Destpêkê jinên zewicandî û zarok nedibirin lê piştî demeke hatin û wan jî birin. Jixwe zilaman jî dikuştin. Min bi çavên xwe dît çawa ciwanekî li kolana Şengalê kuştibûn û xwîna wî li kolanê herikîbû.”

Dayê Xonav diyar kir ku di fermanê de tu tiştek wan nemaye, bi mirovên wan re her tiştê wan çûye û got ku ew piştî fermanê bi dilekî şikestî vegeriyane Şengalê.

 ‘Dema me navê YBŞ’ê bihîst em gelek kêfxweş bûn’

Civaka Êzidî piştî rizgarkirina Şengalê ya bi saya hêzên HPG-YJA STAR, YPG-YPJ’ê ve, hêza xwe ya parastinê ya bi navê YBŞ û YŞJ’ê ava kirin. Ji ber ferman 74 vê rastiyê bi wan dabû nîşandan; divê her civak parastina xwe bi xwe bike û teslîmî tu hêz û pergalê nebe. Li ser vê esasî niha Şengal ji aliyê zarokên xwe ve tê parastin.

Dayê Xonav jî li ser pirsa me ya ‘dema we navê YBŞ bihîst çi hîs kir’ wiha bersiv da: “Dema me navê YBŞ’ê bihîst, navê asayîşa xwe bihîst em gelek kêfxweş bûn. Ger hêza me hebûna em ê neketa destê DAIŞ’ê. Qence Êzidî xwe biparêzin, ger em xwe neparêzin kes me naparêze.”

Dayikê anî ziman ku fermana 3’yê Tebaxê ne dawî bû ne jî destpêk û hemû dinya dema fermanê çavên û guhên xwe girtine, kes hawara wan nebihistiye û ev tişt dibêje: “Heta em nekevin bin axê birîna me nayê pêçandin û heta mirinê dê di dilê me de be.”

‘Mezinên me qet qala fermanan nedikirin’

Civaka Êzidî li gorî tê zanîn bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan heta niha rastî 74 fermanan hatine lê bes derveyê fermana 3’yê Tebaxê tu fermanên din nehatine nivîsandin û derbasî dîrokê nebûne.

Me pirs kir bê ka mezinên Êzidiyan behsa fermanên din ji wan re gotine yan na. Li ser pirsa me dayê Xonav diyar kir ku fermanên berê mezinên wan qet qal nekirine û fermana herî dawî yanî ya 3’yê Tebaxa 2014’an jî bi saya televîzyonê hatiye dîtin û bihîstin.

Êzidî tu carî bi fermanan tune nabin

Ber bi axaftina dawî dayikê got ku ezidî tu carî bi fermanan tune nabin û daxwaz û hêvî kir ku hemû jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne bêne rizgarkirin.