‘Bila sibê bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hemberî Dayikên Şemiyê’

Dayikên Şemiyê yên di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Qasim û Halîl Alpsoy pirsîn, bal kişandin ser Roja Dayikan û wiha gotin: “Bila sibê bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hemberî Dayikên Şemiyê."

Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsa aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 998’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, gelek parêzvanên mafan jî tevli çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirt.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên di 18'ê Gulana 1994'an de li Edeneyê hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Sebla Arcan ve hat xwendin.

Sebla beriya daxuyaniyê, roja dayikan bi bîr anî û diyar kir ku divê Dayikên Şemiyê tu carî neyên jibîrkirin. Sebla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayikên ku jiyana xwe ji bo xwe bigihîjin gorên zarokên xwe derbas kirin, wekî dê bên cilên wan ûtî kirin, wekî ku dê li ser nivînên xwe razên paqij dihêlin, divê ew dayik neyên jibîrkirin. Dayikên ku mîna 50 sal, 40 sal berê, 30 sal berê dengê zarokên xwe yên bi mifteyên xwe vekirina derî û gotina 'dayê, ez li vir im' bibihîzin, bi bîr bînin. Bila sibe bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hemberî Dayikên Şemiyê."

‘Piştî 18 rojan cenazeyê wî hat dîtin’

Sebla wiha bal kişand ser çîroka windayan: "Halîl Alpsoy ê 37 salî li navçeya Kanaryaya Stenbolê dema ku ji ziyareta xizmên xwe vedigeriyan li gel hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî bi wesayîda Torosa Spî li ber deriyê mala xwe şeva 12'yê Gulana 1994'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî 18 rojan ji binçavkirina Halîl, cenazeyê wî li herêma daristanî ya Kirikkaleyê ya 530 km. dûrî Stenbolê hat dîtin. Tiştekî ku wî bide naskirin tunebû. Hejmara telefona mala Halîl ku di dema binçavkirinê de bi awayekî nepenî li ser astarê çakêtê xwe nivîsîbû. Ji ber îşkenceyê cenazeyê wî nedihat nasîn û birayên wî ji birîna destê wî teşhîs kirin."

Sebla diyar kir ku hefteyek piştî Halîl Alpsoy hat binçavkirin, di 18'ê Gulana 1994'an de li Edeneyê bi ser mala kurê mamê wî Kasim Alpsoy de girtine û Kasim Alpsoy jî ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Sebla, anî ziman ku piştî Kasim êvara hat binçavkirin nasnameya Kasim hat desteserkirin û wiha berdewam kir: "Piştî ku Kasim hat berdan polîsan got sibê were nasnameya xwe bigre. Dema vegeriya malê, ji îşkenceyê bêzar bû. Roja din ji bo nasnameya xwe bigre bi xizmekî xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Seyhanê. Xizmê wî tevahiya rojê li ber derî sekinî lê Kasım Alpsoy, ji avahiya ku ket hundir derbeket. Li gel hemû hewldanên malbatê jî rayedarên dewletê 30 sal in lêkolîn û lêpirsînên ku çarenûsa wan eşkere bike, berpirsyaran eşkere bike û ceza bike, nekiriye."

‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’

Sebla, da zanîn ku îro careke din bang li rayedarên edlî dikin ku der barê windakirina Halîl û Kasim Alpsoy ên li girtîgehê de lêpirsîneke adil, bêalî û bi bandor bidin destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Halîl û Kasim Alpsoy, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.