"Bila Girtîgeha Jinan a Karçakê bê girtin”

Nergîs Mihemedî û Aliye Motalebzadeh, metnek hevpar a daxwaza girtina Girtîgeha Jinan a Karçakê dike, weşandin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê girtîgehên ji bo çalakvanên jin wek îşkencexane tên bikaranîn. Çalakgeran ji bo girtina Girtîgeha Jinan a Karçakê metneke hevpar îmze kirin û bi raya giştî re parve kirin.

Çalakvana mafên mirovan Nargîs Mihemedî û rojnameger Aliye Motelebzadeh diyar kirin ku ew girtina Girtîgeha Jinan a Karçakê pêkanînên girtîgehê weke, “Nûneriyek nêrîn û çalakiyên desthilatdarî û hikûmetê ya li dijî jinan” bi nav dikin.

Jin di nameyên xwe yên hevpar de behsa şert û mercên dijwar, hewaya xerab a bi germ û mîna dojehê, ava pîs a nayê vexwarin û heta ji bo şûştinê ne guncaw, avahiyên mîna klûbeyê, kanalîzasyon û binesaziyên wêranbûyî yên ku ronahiya xwezayî û hêrikîna hewa nîn e dikin. Di nameyê de tê gotin ku kesên di girtîgehê de dimînin rastî her cure heqaretan tên û personelên girtîgehê jî ji bo vê yekê nêzîkatiyeke taybet nîşan didin.

Jin bi nameyên xwe diyar dikin ku ew hewl didin bibin dengê jinên bêdeng. Nergîs Mihemedî û Aliye Motelebzadeh, rewşa xirab a vê girtîgehê şermezar kirin û daxwaz kirin ku girtîgeh bê girtin.

Parêzer û çalakvana mafên mirovan Nasrîn Sotoudeh jî beriya niha ji midûra Girtîgeha Jinan a Karçakê re name nivîsandibû û xwestibû ev der bê girtin.