‘Bila ev roj bibe destpêka aştiya cîhanî’

Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyanî dan, banga pêkanîna aştiya cîhanî û azadiya fîzîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Heleb – Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li qada pakrewana a ku dikeve taxa Xerbî ji aliyê Endama Qomîteya Dayikên Aştiyê Ewaş Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Îro roja Aştiyê ya Cîhanî ye. Li Sûriyeyê krîz, şer, karesat, hovîtî û siyasetên dewletên dagirker û faşîst berdewam dikin. Ev şer li dijî gel tê kirin û ev yek bê guman metirsiyên mezin li ser aştiyê çêdike. 

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, em dibêjin ku herêmên Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyê ye û roja aştiya cîhanî yekem a wan e.

Em wek Dayikên Aştiyê vê Roja Cîhanê li hemû cîhanê pîroz dikin û wek alîgirên aştî, azadî û demokrasiyê her cure zilm, kuştin û wêrankirina li ser vê erdnîgariyê şermezar dikin û bi bîr tînin. Em bang li cîhana azad û demokratîk dikin ku gotinek hevpar û diyalog hebe, ji bo negurkirina agirê nakokiyan a di nava hemû pêkhateyan de. Bila ev roj bibe destpêka aştiya cîhanî ya ku wekhevî, azadî û dadmendiya civakî pêk tîne. Her wiha azadiya Rêbertî tê de misoger bibe."