Bijîjka Filistînî: Birîndar bê anestezî tên emeliyatkirin

Bijîjk Aida Roqa bal kişand ku li Zivala Xezayê felaketeke mirovî ya nedîtî diqewime û birîndar bêyî ku bi anesteziyê werin behişkirin tên emeliyatkirin, bijîjk Aida Roqa daxwaz kir ku qêrîna jinên Filistînî were bihîstin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Şerê li Xezayê ku di 7ê Cotmeha 2023’an de di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê de dest pê kiribû, di meha xwe ya pêncemîn de bi êrîşên Îsraîlê berdewam dike. Li herêmê rewşa mirovî û tenduristiyê ya gel bi taybetî jin û zarokên keç her ku diçe xirabtir dibe. Bijîjk Aida Roqa der barê berdevamiya şer û dorpêça li Xezayê de diyar kir ku jin û zarokên keç bêyî xizmetên tenduristiyê hewl didin bijîn.

'Derman pir biha ye’

Aida Roqa anî ziman ku jin û zarokên keç di gihandina xizmetên pêwîst de rastî astengî û zehmetiyan tên û wiha got: “Jin û zarokên keç ên li Xezayê ji ber tunebûna ewlehiyê û hilweşîna binesaziya sektora tenduristiyê di gihandina dermankirinê de zehmetiyan dikşînin. Her wiha ew bi kêmasiyeke mezin a derman û pêdiviyên bijîjkî re rû bi rû ne, ji ber vê yekê neçar in li alîkariya bijîjkî bigerin. Bihayê dermanan derketiye asteke ku nayê tehemulkirin.”

'Birîndar hewceyî derman in'

Aida Roqa da zanîn ku gelek jin û zarokên keç ji ber topbaranên hewayî yên li ser Zivala Xezayê birîndar bûne û wiha got: “Gelek birîndarên giran hene û piraniya wan bi şewatên curbecur tên. Birîndar hewceyê dermankirin û rehabîlîtasyona lezgîn in ji ber ku ew dibin sedema deformasyonên mayînde û bûyerên nexweşiyên kronîk zêde dibin. Di encama stresê de, bi gelek kesan depresyon û tansiyona bilind derketiye. Li nexweşxaneyê alavên tibî yên pêwîst kêm in. Jin û zarok bêyî ku enestezî were dayîn û ji ser hişê xwe biçin tên emeliyatkirin. Ew yek ji rewşên herî bi êş e di dîroka bijîşkiyê de.”

'Hemû nexweşxane di bin dorpêçê de ne'

Aida Roqa da zanîn ku di dema êrîşên hewayî de guleyên li bedena piraniya zarokên keç nayên derxistin û got: “Tevî giraniya rewşê jî nikarin emeliyat bikin. Hemî nexweşxaneyên li Zivala Xezayê nikarin li gorî protokolên navneteweyî tevbigerin. Hemû nexweşxane di bin dorpêçê de ne. Wekî din, ji bo personelên bijîjkî û kesên ji cihê xwe bûne tevgerek bisînor heye. Ev yek bûye sedema xirabûna rewşa mirovî û tenduristiyê ku heya aniha nehatiye dîtin. Her wiha ji bo dermankirinê rê li kesên birîndar jî tên girtin. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku Hepatît A tîpa 1 belav bûye.

'Pitik di xeterê de ne'

Aida Roqa bal kişand ser ku jin û zarok komên herî metirsîdar in li hemberî şewbê û belavbûna nexweşiyan li stargehê. Ayda Roqa diyar kir ku sivîl bi karesateke tendirustî ya pir giran re rûbirû ne ku çareserkirina wê ne hêsan e.

Aida Roqa der barê rewşa jinên ducanî de jî wiha got:"Di gihandina xizmetên tenduristiyê yên pêwîst de ew rastî zehmetiyan tên. Her wiha ji ber tunebûna kelûpelên tibî yên pêwîst li nexweşxane û klînîkan, tengezarî û tirsa li ser ewlekariya xwe û fetusên xwe dijîn. Ji ber nebûna alav û personelê tenduristiyê dayik di bin xeteriyeke mezin de ne. Zarok û pitikên nû hatine dinê bi xeteriyan re rû bi rû ne.”

Aîda Roqa da zanîn ku di êrîşan de herî zêde jin û zarokên keç mirine û wiha gotinên xwe domand: “Ên ku berdêlên şer û pevçûnanan herî zêde dane jin in. Divê qêrîna jinên Filistînî yên li Xezayê bê bihîstin û êşên wan bi dawî bibin. Ji bo ku bala cîhanê bikşînin ser êş, azar û rûbirûbûna her cure şîdetê, em ketin nava liv û tevgerê. Me tu bersivek bilez ji van dozên mirovahî re nedît. Lê belê em ji bo sivikkirina rewşa heyî û berdewamiya ragihandina rastiya êşdar a ku Filistîniyan pê re dijîn bi xurtî dixebitin."

'Divê têkoşîneke demdirêj bê destpêkirin'

Aida Roqa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin û zarokên  keç ên li Zîvala Xezayê pêwîstiya wan bi xizmetên lezgîn ên tenduristiyê, dermankirina pêwîst û piştgiriya navneteweyî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê civaka navneteweyî li kêleka sivîlên ku ji ber vî şerî hatine dorpêçkirin û mexdûr bûne, bisekine û têkoşîneke dirêj bide destpêkirin. Divê agirbest bê dirêjkirin û şer bi dawî bibe. Rewşên tendirustî yên trajîk li Xezayê pêwîstî bi tevgereke bilez ji aliyê civaka navdewletî ve heye da ku piştevaniya tibî û mirovî ya pêwîst pêşkêş bike û divê derman û dermankirin bê asteng û dereng bigihîjin nexweş û birîndaran. Di heman demê de divê ew berpirsiyariyên xwe yên mirovî bi cih bînin û dawî li êş û azarên sivîlan were."