"Bi zarokên xwe re li malê û li her derê bi Kurdî biaxivin"

Endama PEN'a Kurd nivîskar Roza Metîna ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan li ser zimanê Kurdî tên meşandin nirxand, diyar kir ku zimanê dayikê li malê tê hînbûn û bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Roza Metîna diyar kir ku dê di çarçoveya 21'ê Sibatê de çalakiyên cuda bên lidarxistin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 1999’an de roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Cara ewil di sala 2000’î de "Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê" ji bo cihêrengiya çandî û pirzimaniya li çar aliyên cîhanê piştgirî bike hat pîrozkirin. Girîngiya vê rojê ji bo gelê Kurd ku bi salan e li dijî zext û qedexeyên li ser zimanê xwe têdikoşe, gelekî gelek zêde ye. Zimanê Kurdî ku li dibistan, zindan, sazî û dezgehên fermî û meclisan hatiyê qedexekirin an jî weke 'zimanê nayê zanîn” derbasê qeydan bûye, îro hê jî zimanê dayikê yê 40 milyon Kurdan e. 
"Divê malbat li malê bi Kurdî biaxivin"
Zimanê Kurdî ku ji ber zaravayên xwe yên berfireh, ji dîrokê ve heta niha li herêmên Kurdistanê tê axaftin xwedî binesaziyek dewlemend e, niha li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe dide. Ji ber ku li welat zimanê perwerdeyê Tirkî ye, zarokên Kurd ên ku di dibistanan de bi zimanê Tirkî mezin dibin, nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe bibînin. edîtora beşa Nûçeyên Kurdî ya JinNewsê û endama PEN'a Kurd nivîskar Roza Metîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên di pêvajoya dawî de tê jiyîn kirin bang li dayik û bavan kir û got ku zarok destpêke li malê fêrî Kurdî dibin lewma divê malbat li malê zêdetir bi Kurdî biaxivin.
"Jiyan bi zimanê zikmakî girîng dibe"
Roza Metîna da zanîn ku yekane riya azadiyê parastina zimanê zikmakî ye û diyar kir ku kesê bi zimanê xwe yê zikmakî neaxivê di jiyana xwe de jî nikare li ber xwe bide. Roza Metîna anî ziman ku jiyana mirovan bi zimanê zikmakî watedar dibe û diyar kir ku ew zimanê xwe yê zikmakî bi wêjeyê xurt dike. Roza Metîna diyar kir ku tevî zextên li ser zimanê Kurdî jî îro ji aliyê bi milyonan mirovan ve tê axaftin û got: “Gelê Kurd ku wekî li her qadê têdikoşe, di qada civakî de jî têkoşînê didomîne. Di vê qadê de ziman, çand, dîrok an jî huner cih digrin.”
 "Bi saya têkoşîna ku bi salan e berdewam dike zimanê Kurdî hat parastin" 
Roza Metîna da zanîn ku ger zimanê dayikê neyê parastin dê gel nikaribin hebûna xwe biparêzin û wiha berdewam kir: “Niha di gelek xalan de polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Yek ji xalên ku ev asîmîlasyon lê ser tê jiyîn zimanê Kurdî ye. Îro li Tirkiyeyê zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye ne jî zimanekî fermî ye. Lê tevî hemû zorî û zehmetiyan jî zimanê Kurdî hem di cîhanê de hem jî di nava civakê de cihê xwe diparêze. Ev bi saya têkoşîna ku bi salan e berdewam dike çêbû. Yên ku vê têkoşînê meşandin jî piranî dayikên Kurd bûn. Dengbêjî bi saya dayikên Kurd ji dîrokê ve nifş bi nifş derbasî heta roja me ya îro bûye. Ji ber vê yekê ev berxwedan hem li malan hem jî li qadan gelek mezin bû.”
"Kurdî li gorî berê kêmtir tê axaftin"
Roza Metîna destnîşan kir ku divê pêşî parastina zimanê zikmakî di nava malbatê de dest pê bike û bang li malbatan kir ku li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Roza Metîna da zanîn ku zimanê zikmakî bi axaftinê belavî mal û piştre jî kolanan bûye, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin îro ew e ku êdî Kurdî nayê axaftin. Roza Metîna got: “Li gorî berê Kurdî di malan de pir kêm tê axaftin. Sîstema mêr gav bi gav êrîşî her tiştê ku mirov baş û xweşik bike dike. Ji ber ku ziman jî di jiyanê de stargehek e, êrîşî ziman jî dikin. Niha li dadgeh û dezgehên fermî zimanê Kurdî qedexe ye, dîsa li meclisê jî zimanê Kurdî qedexe ye. Rayedarên dewletê bi heqaret êrîşê zimanê Kurdî dikin. Bi rastî jî ev êrîş li dijî nasname û hebûna gelê Kurd tên kirin. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e dikare bibe zimanê perwerdeyê.”
"Di çarçoveya 21’ê Sibatê de dê çalakî bên lidarxistin"
Roza Metîna bi gotinên; "Dema ku statûya zimanê Kurdî were qebûlkirin, îrade û nasnameya gelê Kurd jî dê were naskirin" û di berdewamiya axaftina xwe de bernameya ku ji bo 21'ê Sibatê li dar xistine vegot. Roza Metîna wiha axivî: “Em jî weke komele ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî xebat û çalakiyan li dar dixin. Tişta xweş ew e ku li vir xebatên li ser zimanê zikmakî bi hevkarî tên kirin. Yek ji van çalakiyan jî wê derketina qadan be. Hûn dikarin bi Kurdî biaxivin bibin rol û model û ji gel re bibin mînak. Bila dayik, bav û malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Zarokên ku Kurdî nizanin û neaxivin di jiyana xwe de nikarin bi pêş bikevin. Ji ber ku ziman di her qadê de teşe dide jiyanê. Hûn bi zimanê ku diaxivin dest bi jiyan û fikirandinê dikin. Kesên ku zimanê xwe yê zikmakî dizanibin bêtir ji xwe bawer û îrade dibin. Raman û fikrên wan zelaltir û birêxistintir dibin.”