‘Bi yekitiyê divê em xaka xwe biparêzin’
Şanoger û rojnamegerên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin: “Bi yekitiyê em ê bikaribin xaka xwe biparêzin û piştevaniya hev bikin.”
HÊLIN EHMED
Silêmanî – Êriş û gefên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Şanoger û rojnamegerên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin: “Bi yekitiyê em ê bikaribin xaka xwe biparêzin û piştevaniya hev bikin.”
‘PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî deriyê Sêmalka girtiye’
Şanoger Diyana Bozan wiha got: “Êrişên li ser herêmên Kurdan û herêmên Rêveberiya Xweser didomin. Ev çend sal in êrişên li ser Rojava berdewam dikin. Tevî êriş û şeran desthilatdariya Başûrê Kurdistan bi riya girtina deriyê sînor careke din Kurdan rû bi rûyî şeran dihêle. Tevî bangawaziyên komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya hemwelatiyên Başûrê Kurdistan, di dema şandina alîkariyê bi riya deriyê Sêmalka pêşî digre. Desthilatdariya PDK’ê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî deriyê Sêmalka girtiye û çend sal in venake.”
‘Divê em piştevaniya Rojava bikin’
Diyana Bozan da zanîn ku herî zêde ji şeran jin û zarok bandor dibin û wiha got: “Di şeran de jin rastî tundiya derûnî û fizîkî tên. Her wiha ji ber rewşa hewayê zarok ji ber serma û nebûna xwarinê, rastî gelek astengî û bandorên derûnî û fizîkî tên. Beşek ji wan zarokan ji ber tunebûna xwarin û sermaya werza zivistanê, di dema koçberiyê de jiyana xwe ji dest didin. Divê bi helwestan em piştevaniya xwe ji Kurdên Rojava re binîn ziman. Ez piştevaniya jinên koçber ên Sûriyeyê dikim.”
‘Herî zêde jin û zarok ji şer zirarê dibînin’
Rojnamevan Avesta Lawlaw da zanîn ku Rojavayê Kurdistan ji dîrokê ve her dem rastî dagirkeriyê hatiye û wiha got: “Gelê Kurd her dem di nava şer de jiyaye. Jin û zarok zêdetir ji şeran bi bandor dibin. Em rojnamevanên azad bi riya şopandinê divê rastiyan ji bo gelê Kurd û Başûrê Kurdistan ragihînin. Lê belê beşek ji ragihandina desthilatdariyê û ragihandina PDK’ê bi riya ragihandinê hewl didin ser û mejiyê civaka Kurd tevlihev bikin. Divê nûçe bi rastî û dirustî werin ragihandin.”
‘Divê hemû çînên civakê ji bo vekirina deriyê sînor hewl bidin’
Avesta Lawlaw destnîşan kir ku venekirina deriyê Sêmalka li rûyî Kurdên Rojava nerazîbûn bi xwe re anîne û wiha domand: “Hewldana vekirina deriyê sînor ê Sêmalka li rûyê Kurdan tenê ne erka me ye. Divê tevahî çînên civakê bi riya çalakî û zextan li ser desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo vekirina deriyê sînor hewl bidin. Ji bo alîkarî bigihîje Kurdên Rojavayê Kurdistanê divê derî were vekirin. Yekitiya gelê Kurd di dema komkirina alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê de diyar bû. Tevî nebûna mûçeyê fermanberan ku sê meh in li Başûrê Kurdistanê çalakî didomin jî; niha hemwelatiyên Başûr gelek alîkariyan ji bo gelê Rojava kom dikin. Ev jî yekitiya gelê Kurd nîşan dide.”