”Bi yekitiya jinan em ê wekhevî û edaleta civakî pêk bînin”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Kongra Star li Beyrûdê şahiyek bi amadebûna girseyeke mezin a jinan li dar xist.

CAROLINA BAZZI

Beyrûd – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Kongra Star li Beyrûdê şahiyek girseyî lidarxist ku têde hejmarek zêde jinên ji komele û saziyên Lubnanê amadebûn. Jinên beşdarî pîrozbahiya ku ji aliyê Kongra Star ve li paytexta Lubnanê Beyrûdê hat organîzekirin bûn destnîşan kirin ku xebatên jinan ên li welatên Ereban didomin û bi yekitiya jinan ew ê bigihêjin wekheviya rastîn, demokrasî û edaleta civakî. Jinan şerên ku jiyana kesên bêguneh bi taybet jinan hedef digirin şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya rêxistinkirina refan ji bo bidestxistina azadiya jinê.

Rêxistinkirina refan ji bo gihandina azadiya jinan

Seroka Komeleya Newroz a çandî Henan Osman di axaftina xwe de cejna jinê pîroz kir û got: "Em vê rojê li her jinên li berxwe didin, li dijî îstîsmar, dagirkerî, îmha, koletiyê dengê xwe bilind dikin, pîroz dikin. Bi hezkirin em bi deh hezaran şehîdên jin û pêşengên têkoşîna Tevgera Jinên Kurdistanê ên weke Sakîne Cansiz, Şîrîn Elemhûlî, Şîlan Kobanî, Arîn Mîrkan, Barîn û hwd bi bîr tînin. Her wiha em jinên ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê dane, ên weke Roza Luxemburg, Clara Zetkin, Heidi Santa Maria û yên din bi rêzdar bi bîr tînin.”

“Xebatên jinan li welatên Ereban dewam dikin”

Li ser navê Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Buşra Elî jî wiha behsa têkoşîna jinê ya her diçe mezin dibe kir: "Em li ser navê koalîsyona "Nada" tekez dikin ku li gel van hemû tiştan me dîtiye ku li tevahiya welatên me binpêkirinên giran ên li dijî jinan zêde bûne. Bi taybetî li welatên ku rastî diyardeya dagirkeriyê û şerên ku li gelek welatan derketine bûne sedemek sereke yê zêdebûna tundiyê. Ji lewra em bi biryardariyeke bênavber di nava têkoşînê de ne li hemberî hemû bûyerên dibin sedemê tundiyê. Bi yekîtiya jinan em ê bigihin wekhevî demokrasiya rast û edaleta civakî.

“Piraniya Rêxistinên jinan ên Lubnanê tevlî şahiyê bûn”

Nûnera Kongra Star a Lubnanê Natewî Xemgîn jî di hevpeyvînek a ligel ajansa me de wiha dibêje: "Em Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet li Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha em li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi saya wî em gihiştin pîrozkirina roja jinên cîhanê jî pîroz dikin. Piraniya rêxistinên jinan tevlî şahiya ku li Beyrûdê di bin banê Kongra Star de hat lidarxistin bûn. Ev ji bo me giringe û cihê şanaziyê ye.”

Natewî Xemgîn bal kişand ku her çendî di sala 1910'an de roja jinên cîhanê hatibe qebûlkirin jî, ev roj bi şehîdên jin ên ku wêneyên wan pîrozbahî xemilandine hat nûkirin, wek wêneyên siyasetmedar Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatî şehîd xistin û wiha domand: “Ji bo azadî, aştî û demokrasî bi ser nekeve ew qetilkirin. Arîn Mîrkan a ku nûnera jinên azad a Kobanî bû, tevî bi dehan şehîdên jin ku canê xwe feda kirin ji bo ku vê rojê pîroz bikin. Şehîd pêşengên me ne.” 

“Divê jin bibin xwedî hêz û îrade da ku bigihêjin armancên xwe

Endama Kongra Star Mervat Hamo jî wiha got: "Em bi boneya roja jinên cîhanê li hemû jinan pîroz dikin û ji wan re dibêjin ku jin wê rojekê bigihîje maf û azadiya xwe. Heta niha jinan kariye hinek mafên xwe bi dest bixin, em hêvîdar in ku di qada siyasî û di hemû qadên jiyanê de mafên xwe bi dest bixin. Divê jin bibin xwedî hêz û îrade da ku bigihêjin armancên xwe.”

 Jin alîgirê aşîtiyê ne û ji bo wê kedê didin”

Seroka Komcivîna Aştiyê ya Jinên Sûriyeyê, endama Rêveber a Meclîsa Jinan a Bakurê Sûriyeyê û endama Însiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê û Qirkirina Jinan Îman Fatîh jî hewildanên jinan ên ji bo aramiya gelan wiha anî ziman: "Roja jinê rojeke navneteweyî ye û sembola aştiyê ye, ji ber ku jin bi rastî aştîxwaz in. Bi dîtina min gerdûn ji bo jinê hatiye afirandin û eger ne ji jinan bûya dê şer tim û tim li pey hev bûna, lê destwerdana jinan û hewldana aştiyê ji bo vê xaka ku jin tê de dilîze rola sereke. Ez hêvî dikim ku aştî li hemû deverên cîhanê çêbibe û rola jinan bi taybetî di warê biryardanê de bi bandor be. Ev jî ji ber şiyana wê ya li hember rûbirûbûnê ye bi taybetî di şeran de. Ez ji hemû jinên cîhanê re dibêjim hêzdar bin, gerdûn ji we re hatiye afirandin. Hêvî dikim hûn ên herî bi hêz û yên aştiyê pêk tînin... Spas ji hemû jinên cîhanê re.” 

"Di her 8’ê Adarê de em şehîdên jin bibîrtînin"

Ji bo Komeleya Jin a jinan û ji bo komeleya "Musawa - Warda Boutros" jî axaftin hebû ku ji aliyê seroka wê Dr. Mariye Debs ve hat kirin. Dr. Mariye Debs wiha got: "Em her sal di roja jinan de şehîdên ku di berxwedana li dijî êrîşan de şehîd bûne, çi li başûrê Lubnanê li hember êrîşên sîyonîstan û çi jî li Kurdistanê, ku bi lehengî li hember çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dan, bi bîr tînin. Em wek jin wekheviyê dixwazin û hez dikin jiyanê aram bikin. Divê ev jiyan a me û zarokên me be. Em ji bo wekhevî û gihîştina civakên pêşketî têdikoşin. Em ji bo geşedan û aştiya cîhanê û veguhestina pereyan ji çekên wêrankar bo geşedan û pêşkeftinê têdikoşin ku êdî pere ji bo çekan neyê veqetandin.”