Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên Reqayê, bertek nîşanî êrîşên hovane yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û piştgirî û hevgirtina xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nîşan da.

Reqa – Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, îro meşeke girseyî li dar xist û piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nîşan da. Di meşê de jinan diyar kirin ku ji bo parastina axa xwe li eniyên pêş cihbigrin.
Beşdarên meşê diyar kir ku QSDˊê hêzeke tekane ya neteweyî ya sûriyeyî ye ku dikare tevahî pêkhateyên herêmê di meclisên xwe de bike yek, hêzeke rastîn a parastina xaka Sûriyeyê û berevaniya wê ye.
‘Emê li kêlaka QSD’ê biseknîn’
Di meşê de, Rêvebera Navenda Stêra Zêrîn Medya Silêman, diyar kir ku armanca meşê nîşandana piştgiriya gel a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û behsa rola girîng a hêzê ya misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê kir. Medya Silêman, wiha got: "Em îro li vir ji bo piştgiriya xwe ji bo QSD’ê dubare bikin daxuyaniyên çapemeniyê didin û meşan li dar dixin. Em ê li dijî kesên ku dixwazin ewlehiya me xera bikin, li kêleka xwe hêza bisekinin.”
Medya Silêman, bal kişand li ser rola jinan a girîng ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve û destnîşan kir ku jinên Reqayê hêjî pêşengiya têkoşînê dikin: "Em wekî jin û gelê Reqayê, em ê bibin yek deng û heta dawiyê piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeyê Demokratîk dikin.”
‘Jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêza xwe ya parastina axa xwe îspat kirin’
Endama Konseya Jinan Ala Salih a beşdarî meşê bû, wiha got: "Beşdarbûna hemû kesê ya ji bo meşê, li dijî êrîşên li ser sivîlan û herêmê, nîşaneya hevgirtina gel a ji bo Hêzên Sûriyeyê Demokratîk e.” Ala Salih, diyar kir ku ev êrîş ne nû ne, tenê perçeyek a êrîşên ku ewlehiya herêmê û mafên ku jinan bi dest xistine hedef digre ye û bang li hemû jinan kir ku li dijî van gefan bibin yek û got: "Jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêza xwe parastina axa xwe îspat kirin."
‘QSD’ê hemû gelan kir yek û ewlehiya herêmê misoger kir’
Di dawiya meşê de, Kombûna Jinan a Zenûbiya, daxuyaniyek da û got: "Piştî vederkirin û kontrola DAIŞ’ê ya salan, me bi saya fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) azadiya xwe bi dest xist. QSD’ê hemû gelan kir yek û ewlehiya herêmê misoger kir."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew ê li dijî gefên dewleta Tirk dervikevin û da zanîn divê hêza dagirker a li Sûriyeyê bi dawî bibe: “Em jinên Reqayê, li ser bingeha soza ku me daye şehîdên xwe, em bi tevahî piştgiriyê didin QSD’ê û emê ji bo parastina axên xwe li eniyên pêş cihbigrin.”
Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.