Bi sedan pîrebok sedan sal piştî darvekirinê hatin efûkirin!
Parlamentoya Katalonyayê bi sedan jinên ku bi sûcê 'pîrebokiyê’ cezayê darvekirinê girtibûn û hatibûn kuştin piştî sedan salan efû kir û ji bo wan rûmetdar bike dê navê wan li kolanan bê dayîn.
Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Katalonyayê ya herêma xweser a Îspanyayê, ji bo bi sedan jinên ku di navbera sedsalên 15 û 18’an de bi sûcê ‘pîrebokiyê’ hatibûn îdamkirin, biryara rûmetdariyê da û wan efû kir. Nêzî hezar jinên ku bi sedan sal berê bi hinceta 'pîrebok' in rastî îşkence û îdamê hatibûn piştî sedan salan ‘hatin efûkirin!'
Dîroknasên ku pêşengiya însiyatîfa Parlamentoya Katalonyayê dikin, navê zêdetirî 700 jinên ku di navbera sedsalên 15 û 18’an de bi sûcdariya ‘pîrebokiyê’ hatibûn îşkencekirin û kuştin, eşkere kiribû. Niha jî tê xwestin ku navê van jinan li kolanan bê dayîn.
Tê diyarkirin ku 50 hezar kes hatine kuştin
Tê texmînkirin ku di navbera salên 1580 û 1630'î de bi îdiaya 'pîreboktiyê' nêzî 50 hezar kes hatine kuştin. Li gorî tesbîtên dîroknasên Îspanyayê, Katalonya yek ji herêmên ewil ên Ewropayê ye ku bûye qada 'nêçîra pîrebokan.' Tê fikirîn ku li Katalonyayê 'nêçîra pîrebokan ' heta sedsala 18'an domiyaye û di sala 1424'an de li Ewropayê yekemîn qanûna li dijî ' pîrebokiyê' derxistiye.