‘Bi ruhê gelê şoreşgerî em hebûna xwe biparêzin’
Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tekez kirin ku gelên herêmê di pêvajoyek hebûn û tunebûnê re derbas dibin û gotin ku dema dema parastina ax û hebûna xwe ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Rêveberiya Xweser li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî deweta Tirk a dagirker ên li ser kantona Şehba-Efrînê û êrişên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Pêkhateyên Hesekê yên Kurd, Ereb û Suryanan peyama xwe ya ji bo seferberiyê anîn ziman û tekez kirin ku ew ê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî hebûn û destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.
‘Divê em axa xwe ji dagirkeran biparêzin’
Rojîn Elî ku ji pêkhateya Kurd e da zanîn ku dem dema hebûn û tunebûnê ye û wiha anî ziman: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve em li herêmê bi berxwedanî, tekoşîn û kedê didin. Îro bi saya vê berxwedanê me gelek destkeftiyên pîroz bi dest xistin. Êrişên ku niha li ser Şehba, Heleb û Sêx Meqsûdê çêdibin planek li dijî îradeya gelan, destkeftiyên gelan e, armanca qirkirin û perçekirin e. Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin pêvajoya hebûnê ye gere em weke pêkhate bi ruhê gelê şoreşgerî xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Em di nava şerekî qirêj de ne, hemû dewlet komkujî, qetilkirin û êşa koçberiyê ya ku gel dikşîne, dibînin û bêdeng in. Ev tê wateya ku bi van kiryaran razî ne lewma em vê bêdengiyê şermezar dikin û dibêjin dê di rûpelên dîrokê yên reş de cihê xwe bigrin. Em ne li hêviya kesê ne, xeta me xeta berxwedanê ye û em ê heya dawî têbikoşin.”
‘Êriş encamên neqebûlkirina banga Rêveberiya Xweser a ji bo diyalogê ye’
Newal Selûm a ji pêkhateyên Suryan jî da zanîn ku pêvajoya herêm tê re derbas dibe ji ber ku hikûmeta Şamê banga Rêveberiya Xweser a diyalog qebûl nekir çêbûye û wiha axaftina xwe domand: “Rêveberiya Xweser her dem ji bo diyaloga bi hikûmeta Şamê re bang dikir, em jî wekî pêkhateyên herêmê dixwazin çareseriyeke siyasî ji bo vê krîza heyî bibînin lê mixabin rejîma Sûriyeyê li pey berjewendiyên xwe ye û diyalogê qebûl nekir. Ji ber neqebûlkirina diyalogê ev encam çêbû, gel rastî komkujî, koçberî û dorpêçê tê. Ji bo wê em weke pêkhateyên herêmê niha bi yekitî, hevgirtin û ruhê gelê şoreşgerî, xwe û xaka xwe biparêzin û heya dawî em ê piştgiriyê bidin QSD’ê.
‘Bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî xaka xwe biparêzin’
Xezna Ebûd ku ji pêkhateyên Ereb e bal kişand ser êriş û planên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û diyar kir ku qirkirinek çandî, dîrokî ye û hebûna gelan armanc digre û wiha got: “Bi êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Heleb, Şêx Meqsûd û Şehbayê, dixwazin xaka Sûriyeyê perçe bikin û xêr û bêrên wê talan bikin. Îro şer û planek qirêj li ser destkeftiyên jinan tê meşandin ji bo wê erka her jinê ew e ku parastina xwe bike. Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî êrişên qirkirinê rabin ser piyan û bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azad xaka xwe biparêzin.”