'Bi ruhê 12’ê Adarê em ê faşîzmê têk bibin'

Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş der barê Serhildana 12’ê Adara 2004’an axivî û got: "Em ê bi ruhê serhildana 12’ê Adarê li dijî faşîzmê têbikoşin.”

VIYAN AMED

Qamişlo- Li Kurdistanê dewletên desthilatdar ji bo qirkirina Gelê Kurd hertim bi hincetên cuda komkujiyan pêk tînin. Yek ji wan komkujiyan di Rojavaye Kurdistanê de komkujiya Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di 12’ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo li stadyuma fitbolê de di encama maça tîma Cihad (tîma Qamişlo) û tîma Fitwê (tîma Derêzor) êrîşeke nîjadperest li dijî gelê Kurd pêk hat. Di encama êrîşê de 2 jê zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê komkujiyê Gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê rabûn serhildanê. Di salvegera 19’emîn a 12’ê Adarê de Hevseroka Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yusra Derwîş nêrîna xwe parve kir.

'Rejima Sûriyê rejîmeke nîjadperest bû'

Yusra Derwîş politikayên Rejîma Sûriyê wiha nirxand: "Rojavayê Kurdistanê bi salan di bin mêtîngeriya Rejima Sûriyê de ma. Rejima Sûriyeyê dewletekê netewperest bû û feraseta yek al, netew, çand û ziman Rojava xistibû di bin serweriya xwe, ji ber vê Gelê Kurd ne xwedî nasname bû û tune dihat hesibandin. Li dibistanan û cihê fermî tenê zimanê Erebî derbasdar bû.  Rejîma Baas tenê xwedî li netewa ereban derdiket û netewên din jî ji pişaftinê re derbas dikir. Rejîma Baas gelek zilim û zordarî li hember kurdan kiriye. Her wiha ji bo xwe hinceten ava dikir da ku êrîşî kurdan bike ku yek ji wan êrîşan 12’ê Adara 2004’an bû.”

'Komkujiya Qamişlo bi awayekî pilankirî ji aliyê Rejîma Sûriyê ve pêk hat'

Yusra Derweş diyar kir ku komkujiya Qamişlo bi awayekî pilankirî ji aliyê Rejîma Sûriyê ve pêk hat û got: "Di 12’ê Adara 2004'an de  di nevbera tima Cihad (tima Qamişloyê) û tima Fitwa (tima Dêrezorê) maç pêk hat. Lîstok ji bo werzîşê bû, lê Rejîma Sûriyê bi pîlanek dorfireh veguherand şer. Di lîstikê de alîgerên tîma Fitwa a Dêrezorê ku ji nîjadperestan pêk dihat êrîşî alîgirên tîma cihad û lîstikvanên wan kirin. Armanca Rejima Sûriyê ew bû ku di navbera pêkhateyên kurd û ereb de fitne û fesadiyan çêbike. Di encama êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn."

'Li dijî komkujiyan serhildana gel'

Yusra Derwîş wiha behsa kêlîyên Serhildana Qamişlo dike: "Ji ber hêza Rejima Sûriyê me nedikarî birîndar bibin nexweşxaneyan, ji ber ku nexweşxane di bin serweriya dewletê de bû. Di wê zor û zehmetiyan de yekitî û hevgirtina gelê Kurd hatibû afirandin û kî birîndar dibû, gel wan dibir mala xwe û wan derman dikir. Di wê serhildanê de gelê kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê herikîn bajarê Qamişlo. Rejîma Baasê da ku gel nehirike Qamişlo, hemû rêbend girtibû. Di wê serhildanê de gel li ber xwe rabû û li dijî zor û zilima Rejîma Baas serî hilda. serhildan bi mehan berdewam kir û ji bo veşartina cenazeyên cangoriyên serhildana 12’ê Adarê bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn."

'Êrîşa li ser tîma Amedspor û tîma Cihad bi heman hişmendiye'

Yusra Derwîş êrîşa nijadperest a li dijî Amedspor ku di demên dawî de pêk hat wiha nirxand: "Bêriya hefteyekê li Bakurê Kurdistanê li diji Amedspor êrîşeke nîjadperest pêk hat. Alîgirên Bursaspor êrîşî Amed spor kiribûn û her wiha li dijî lîstikvanan êrişên fîzîkî û heqaretên nîjadperest hate kirin û di heman demê de alîgirên Bursasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvandin û qetil dikir, vekirin. Bi heman şêwazî alîgirên Dêrezor bi dirûşmeyên nijadperest, dar û kêran êrîş kir. Heman rê û rêbaz ji aliyê desthilatdaran ve bi politiyên qirkirinê pêk tê ku bûyera 12’ê Adarê û Amed spor bi heman hişmendî û armancê hat meşandin.” 

'Dem ne dema netewperestiye, dem dema netewa demokratik e'

Yusra Derwîş banga Gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên nijadperest têbikoşin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Feraseta nijadperest li hemû aliyên Kurdistanê li diji hebûn û nasnameya gelê Kurd pêk tê. Ew li Başurê Kurdistanê bûyera Helepçe, li Rojhilatê Kurdistanê bi politikaya darve kirinê, li Bakurê Kurdistanê êrîş û qetil kirina mirovan û her wiha li Rojava Kurdistanê jî komkujiyên wek 12'e Adarê ye. Em herdem bi ruhê serhildana 12 Adarê li diji faşîzmê têbikoşin. Bangawaziya me ewe ku li her qadê li dijî feraseta nîjadperest têbikoşin û wek Gelê Kurd li hemberî êrîş û komkujiyan em hevgirtina xwe çêbikin ji ber ku dem ne dema netewperestiye, dem dema netewa demokratik e."