“Bi riya êrîşan dixwazin komploya navneteweyî dubare dikin”

Rêvebera PYD’ê Fatima Osman da zanîn ku peyîwendiya êrîşên li ser herêmê dewam dikin bi bi hatina salvegera komploya navneteweyî ve têkildare û got: “Hêzên komploger bi riya êrîşên li ser herêmê dixwazin careke din dîroka komployê dubare bikin.”

HESNA MIHEMED
Şehba- Di encama komployek navneteweyî de di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û ji wê demê ve di bin şert û mercên zehmet ên tecrîdê de ne. Li hemberî girankirina tecrîdê û meşandina komployê, xeta berxwedan û tekoşînê bilind bû. Bi gelek rêbazan hêzên komploger xwestin îrade û vîna gelan biçewisînin. Êrîşên dawî yên ku li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk tên ji komploya navneteweyî ne dûr û cuda ne. Der barê hatina salvegera komploya navneteweyî de rêvebera Partiya Yekitiya Dempkratîk (PYD) a wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê Fatima Osman ji me re axivî. 
“Armanc çewisandin û binpêkirina serhildanên gel bû”
Fatima Osman di destpêka gotinên xwe de komploya navneteweyî şermezar kir û wiha domand: “Ji destpêka serhildanên gelê Kurd ve her û her komplo li ser wan ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên meşandin, bi armanca qirkirina dengê Kurdan û valaderxistina serhildan û şoreşên wan. Rêber Apo her car bi analîz û felsefeya xwe armancên wan têk dibir. Xwestin bi riya komploya li ser Rêber Apo nehêlin gel rabe ser piyan. Bi destên hemû dewletên navneteweyî û hêzên ku serweriya xwe li ser cîhanê didin meşandin, komplo pêk hat. Bi riya komployê Rêber Apo hat dîlgiritn û teslîmî dewleta tirk hat kirin.”
"Bi hevgirtina gelên herêmê dê komplo vala derbikevin"
Fatima Osman got ku gelê Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo û derketina şoreşa Rojava dikaribûn sîstem û rêveberiya xwe ragihînin û bi projeya Neteweya Demokratîk jiyana wekhev di nav pêkhateyên herêmê de ava kir û wiha pê de çû: "Ev proje ango sîstem ne li gorî berjewendiyên hêzên komploger bû ji ber vê yekê ji destpêka şoreşa Rojava ve her bi rêbazên cuda komplo li ser gel didin meşandin. Êrîşên dawî yên ku li Hesekê û tevahî herêmên din rûdane berhem û berdewamiya komploya navnetewî ne. Bi hevgirtin û yekbûna gelên herêmê dê komplo vala derbikevin. Li hemberî êrîşên dawî yên ku li herêmê rûdane bersiva gel û bi taybetî jinan ew bû ku tu kes nikare vîn û îradeya gel bide şikandin.”
 “Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e”
Fatima Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêdengiya konseya Ewropayê, CPT û saziyên navneteweyî ku li hemberî komploya navneteweyî, tê wateya ku di vê komployê de hevpar in her wiha girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve razîbûnên wan nîşan dide. Armanca hêzên komploger bi girankirina tecrîdê ew e ku gel ji ramanên Rêber Apo bidin qutkirin. Nameya gel jî her berxwedanî û tekoşîna li dijî tecrîdê ye. Divê êdî tecrîd li ser Rêber Apo bê rakirin ji ber ku ew kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”