Bi posterên serpoş li zanîngehan amûra nû ya zextê

Piştî serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî", zanîngeh veguherîn qadeke nû ya zexta li dijî jinan. Kontrolên ewlehiyê, propagandayên serpoş û zextên sembolîk, ne hêza hikûmetê, fikarên kûr ên rejîmê nîşan didin.

SAYE MOHIBÎ

Urmiye – Dema ku mirov ji deriyê zanîngeha derbasî hundir dibe, zext destpê dike. Deriyên jin û mêran hatiye cudakirin. Li  ber her deriyê erkdarek ewlehiyê heye; berê xwe didin dirêjiya cil û bergan, rengê rûj û xuyabûna por. Herî dawî jî bi dengekî tund dibêjin, “Tu bêşerm î, bêîfet û jinekî misilman wiha nabe.”

Xwendekara  zanîngehê Derya H. wiha bi van gotina rewşa li zanîngehên Îranê vedibêje. Derya û gelek xwendekarên mîna wê diyar dikin ku bi taybetî ji bo jinan zanîngeh, cihê zextê ye.

Di salên dawî de, bi taybetî piştî xwepêşandanên 2022’yan ên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bûn, zextên li dijî xwendekarên jin zêde bûne. Li gorî xwendekarên li zanîngehên cuda dixwînin, kontrolên ewlehiyê yên li deriyên ketinê hatine tundkirin, kamerayên ewlehiyê zêdetir bûne û yekîniyên xwendekaran ên girêdayî rejîmê hatin bihêzkirin.

Di avahiyên zanîngehan de poster û nivîsên li dijî jinan

Lê belê aliyekî din ê zextê jî derketiye hole: Posterên ku reklama serpoşê dikin. Ev poster rasterast jinan hedef digrin û di demên dawî de bi awayekî vekirî di avahiyên zanîngehê de xuya dikin. Di van posteran de, piranî caran quralên cil û bergên zanîngehê û pênaseya "jina bi îfet û tê qebûlkirin” cih digre. Gotinên mîna "Jina bi îfet, jina xwe digre ye", li hemû qadên avahiya perwerdeyê hatine nivîsandin.

Parêzvana mafên jinan û sosyolog Soraya X., diyar dike ku di nava sê salên dawî de di civaka Îranê de tabûya “pêçandina giştî” bi awayekî cidî şikestiye û diyar kir ku rejîma îslamî hê jî hewl dide vê sembolê ferz bike û wiha dibêje: "Komara Îslamî ya Îranê, bi berdewamî hewl dide sembolên xwe yên îdeolojîk bi posterên serpoş xurt bike. Ji aliyê sosyolojîk ve, ev poster mînakek tundiya sembolîk in. Dewlet, bi domdarî peyama xwe ji nû ve dihilberîne û hewl dide berxwedana xwendekaran bişkîne lê nifşê ciwan, niha van sembolan an paşguh dike yan jî wan dike mijara henekê. Xwendekarên servekirî jî vê ferzkirinê berevajî dikin.”

Civak zextê qebûl nake

Li gorî analîstên siyasî, serpoş ji bo rejîma Îranê ne tenê hilbijartinek cil û bergên kesane ye; di heman demê de stûna bingehîn a nasnameya îdeolojîk a rejîmê ye. Lewma, paşve gav avêtina ji hicabê dê ji bo rejîmê têkçûnek siyasî be. Lewma, propagandayên bi vî awayî yên her dem di nava zanîngehê de tên dubarekirin, hewldanek birêvebirina qeyranek meşrûiyetê û mîna otorîteya çandî tê şîrovekirin. Beşekî mezin a civakê vê zextê qebûl nake.

Ango belavbûna posterên serpoş a li zanîngehan, ne nîşandanek otorîteyê ye; berevajî îtîrafek vekirî ya fikara siyasî û civakî ya rejîmê ye. Hewldana asayîkirina zextê êdî di derdoreke ku vê zextê red dike de tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî raporên xwendekaran a di dema xwepêşandanên 2022’an de ji bajarên mîna Urmiyeyê hatin, yekîneyên ewlehiya zanîngehê, vê demê ji bo hişyarkirina xwendekaran a di mijara cil û bergan de dudilî bûn. Di heman demê de, di dersan de  hejmara xwendekarên jin ên bê serpoş an jî yên ku li gorî danasîna "manto û serpoşên dirêj" tevnagerin, zêde bibû.

Îro 3 sal piştî xwepêşandanan, li gelek zanîngehan ketin û derketina bi awayekî elektronîkî tên kontrolkirin û cil û bergan ji bo xwendekarên jin veguherîn amûra sereke ya zordariyê û dûrxistina ji dersan. Lê belê ev zextan li şûna ku têkoşîna xwendekarên jin asteng bike, hişmendiya hewcedariya berxwedanê zêde dike.