Bi merasîmek heybet cenazeyê Nûjiyna Ocalan li Şehabyê hate oxir kirin
Welatiyên Şehbayê cenazeyê Nûjiyan Ocalan a li di êrîşa ser Kobanê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî bi merasîmek heybet spartin axê.
Şehba - Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Kobanê ku di 25'ê Kanûnê de pêk hatî de 5 ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan keça Efrînê Nûjiyan Ocalan bû ku 28'ê Kanûnê di saetên êvarê de cenazeyê wê gihişt Şehbayê û welatiyan bi girseyî ew pêşwazîkirin. 29'ê kanûnê jî bi merasîmek heybet xelkê Efrîn û Şehbayê Nujiyana xwe li Goristana Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê spoartin axê. Di merasîmê de bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, pişre wesîqeya Nûjiyan Ocalan ji aliyê mamoste Avdar Xelîl ve hate xwendin û diyarî malbetê kirin.
"Soza me wê tolhildanê be"
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Deda soza tolhiladana hevalên xwe da û ev tiş vegot: "Di encama komkujiya ku bi destê dewleta tirk a dagirker li Kobanê pêk hatiye 5 rêhevalên me yên ciwan gihêştin asta şahadetê. Em jî wek ciwanên Efrînê bi hêrs û coşek mezin pakrewan û rêhevala xwe Nûjiyan pêşwazîkir û em ê bi vê coşê jî tola wan rakin. Her çiqas dijmin bixwaze êrîş me bike û koka kurdan bide tunekirin wê her tim ciwanên şoreşger li pêşiya xwe bibîne û em ê ji êrîşên wan re bibin bersiva berxwedanê. Emê li ser şopa Nûjiyan û rêhevalên wê dimeşin û tu carî teslîmkariyê qebûl nakin."