‘Şoreşa me didome û nayê vemirandin’

Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyanî da û wiha got: “Jin tirs û koletî veguherandin şoreşeke mezin ku bû qonaxek û nexşeya rê ya şoreşa jinê ya sedsala 21’ê diyar kir. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şoreşa me didome û nayê vemirandin.”

Qamişlo – Di 16’ê Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Jin Jiyan Azadî” gel li dijî qetilkirinan û zextên li ser jinan daketin qadan. Serhildana Jînayê li derdora dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî hemu cîhanê bû.

Meclisa Jin a Sûriyeyê bi boneya duyemîn salvegera serhildanê li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Ofîsa Têkiliyên Meclisa Jin a Sûriyeyê Gulîstan Evdikê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi navê Meclisa Jin a Sûriyeyê em duyemîn salvegera şehadeta têkoşera azadiyê Jîna Emînî bi hemû serbilindî û rêzdarî şermezar dikin û di kesayeta wê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Her wiha em soza xwe ya bi cih anîna wan re nû dikin.

‘Dirûşme veguherî manîfestoya tevgerên azadiya jinê’

Jîna Emînî jî weke navê xwe bûye jiyaneke nû û bûye sembola şoreşê, ji bo hemû jinên Îranê û cîhanê, diruşma (Jin – Jiyan – Azadî) li her derê cîhanê belav bûye. Ev dirûşme veguherî manîfestoya tevgerên azadiya jinê û têkoşîna li dijî her cure îşkence û dûrxistina li ser jinan û ev dirûşme ji bo jinan bû sloganek ku qad, bajar û paytextên cîhanê dixemilîne. Me dît çawa jinan li Sûweydayê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin, ev dirûşme bû stûna berxwedanê, hemû çalakiyên ku ev dirûşme bilind kirin, rûyê rastîn ê rejîmên dijminê azadiya jinê û civakê nîşan dan. Di heman demê de neheqî, dûrxistin û polîtîkaya îdamkirina sîstematîk nîşan da.

Têkoşîna jinan ji bo rejîmên otorîter metirsîdar e. Ji ber vê yekê li dijî jinan, nasnameya wê û şoreşa wê li her derê, li Xeza, Tirkiyeyê û li Îranê êrişên dijwar hene. Di sala 2024’an de bi dehan jin li Îranê hatin darvekirin. Li dijî jinan polîtîkayên dijmirovî û neexlaqî pêk tînin. Melayan di kesayeta jinan de li ser wan sîyasetmedaran û hukmên nedadmendî derdixistin, lê zext û zordarî wê ji daxwaza mafên xwe re nehêle.

 ‘Şoreşa me berdewam e nayê vemirandin’

Em di Meclîsa Jinên Sûriyeyê de hemû jinên ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” rabûn ser piyan silav dikin. Cîhanê bû qîrîna azadiyê û ji bo li hemberî her rejîma dijminê jinê raweste, berdêlên mezin da. Jin rûyê rastîn ê jiyana demokratîk e ku bi nûnertiya Jîna Emînî, tirs û koletî veguherand şoreşeke mezin ku bû qonaxek û nexşeya rê ya şoreşa jinê ya sedsala 21’ê diyar kir. Di bin dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" de şoreşa me hîna berdewam e û nayê vemirandin.

‘Pêşengiya şoreş û konfederalîzmê bikin’

Li ser vê bingehê em bang li hemû rêxistin, tevgerên jinan û yên ku hesreta azadiyê li Sûriyê û derveyî wê dikin ku li dora vê şoreşê bicivin û berxwedan û têkoşînê mezin bikin heta ku jin pêşengiya konfederalîzma demokratîk li cîhanê bike û em bi ser bikevin. dirûşma me û ji cezayê darvekirinê re û ji jiyana azad re erê.”

Daxuyanî bi dirûşma “Na ji darvekirinê re, erê  ji jiyana azad re” “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.