Bi hinceta ‘li gorî zagonên hîcabê tevnegeriyaye’ polîsan li jinekê da

Li İranê polîsan bi hinceta desturên hîcabê îhlal kiriye gule reşandin ser jina bi navê Arezoo Badri.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê jina bi navê Arezoo Badri a 31 salî di 22’ê Tîrmehê de li bajarê Nurê bi xwişka xwe dema ber bi ereba xwe ve diçu, ji aliyê polîa ve hat sekinandin. Hat îdîakirin ku polîs hişyariya bisekine daye lê Arezoo Badri nesekiniye, ji ber vê gule reşandine ser wê.

Li gorî nûçeya BBC; polîs di destpêkê de gule berda lastîka erebê dûvre jî avêt ajoker. Hat zanîn ku gule li cegera Arezoo Badri ketiye û zerarek mezin daye mejîpiştên wê.

Arezoo Badri a ku rakirin nexweşxaneyek ya li bajarê Nurê, dûvre ji bo emeliyatê birin Sarî. Piştî heftiyek din jî sewqî Tehranê kirin. Guleya di laşê wê de piştî 10 rojên din hat derxistin.

Destur hat dayîn ku malbata wê serlêdan li Arezoo Badri a ku di nexweşxaneyê de tedawiya wê berdewam dike bikin, hat zanîn beriya serlêdanê dest danîne ser telefonên wan.