Bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin

Derbarê Emîne Şenyaşar ku ev bi salane lêgerîna edaletê berdewam dike, bi îdeaya ‘heqaret li Serokkomar’ kiriye doz hate vekirin.

Navenda Nûçeyan- Derbarê Emîne Şenyaşara di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin de, bi hinceta heqareta li Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye, doz hate vekirin.

Emîne Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê 846 rojan Nobeta Edaletê girtiye û piştre çalakiya xwe bir pêşiya Wezareta Edaletê ya li Enqereyê û ev 84 roj in Şenyaşar lê pêşiya wezaretê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê Şenyaşarê de îdianame amade kir. Di îdinameya ku Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê qebûl kiriye Erdogan weke ‘mexdûr’ cih girt.

Danişîna yekem di 31’ê cotmehê ye

Hat xwestin ku Emîne Şenşayar bi hinceta gotinên xwe yên çalakiya di roja 579’emîn de (8’ê cotmeha 2022) gotibûn, li gorî madeyên TCK’yê yên 53’an (Bi hinceta sûcan ji hin mafan bêpar hiştin) û 63’an (Pêgira cezayê hefsê) were cezakirin. Danişîna yekem a dozê dê di 31’ê cotmeha 2024’an de were lidarxistin.

Derbarê Emîne Şenyaşarê de ji roja 9’ê adara 2021’an a ji bo hevjîn û kurên xwe yên hatine qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiriye heya niha bi sûcdariyên wekhev, 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van lêpirsînan 11’ê wan veguherîn dozê.