Bi hezaran kes ji bo Aştiyê li qadan bûn
Bi hezaran kes bi boneya 1’ê Îlon Roja Aştiyê ya Cîhanê carek din daxwaza xwe ya aştiyê qîriyan.

Navenda Nûçeyan - Bi boneya 1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Beşdarên mîtîngê bi yek dengî daxwaza xwe ya “Aştiyê” anîn ziman.
Stenbol
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e” çalakiyek girseyî li dar xist.
Nûnerên hêzên ked, jin, ciwan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayikên nobeta edaletê digrin, dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan, tevlî çalakiyê bûn.
Hewl hat dayîn dayik û jin bên astengkirin
Tevahiya qada ku çalakî lê pêk hat bi sedan polîs û barîkatan hate girtin. Ji bo têketina qada ku bi gelek wesayîtên binçavkirinê û wesayîtên TOMA'yê hatiye dorpêçkirin noqteyên lêgerînê hatin çêkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku xwestin li ber Îskeleya Emînonû kortejê ava bikin, pankartên "Şer mirin e asitî jiyan e" û "Jin jiyan azadî" hilgirtin. Endamên TJA'yê yên ku polîsan destûr neda ku li ber Îskelê ya bimeşin, li vir hatin dorpêçkirin. Rojnamegerên ku dîmen dikşandin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin. Piştre jî Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û rojnamevana bi navê Zîlan jî di nav de 4 kes hatin derbkirin û bi kelepçeyên plastîk hatin binçavkirin.
“Dayîk rûmeta me ne”
Kombûna ku li qadê hatin gel hev destnîşan kirin ku heya dayîk neyên ew ê dest bi çalakiya xwe nekin û bi gotina “Em binçavkirina dayîkên ku aştiyê dixwazin qebûl nakin” bertek nîşan dan. Piştre bi sedan kes ji bo girtina kesên hatibûn binçavkirin ber bi Îskeleya Emînonu ve meşiyan.
Li ber Îskeleya Emînonu jinek ku ala HDP’ê hilgirtibû bi îşkenceyê hate binçavkirin. Li îskeleyê piştî ku demek dirêj di bin dorpêçê de man nêzî 75 kesên ku dayîk jî di nav wan de bûn rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin. Bi hezaran kes, bi armanca şermezarkirina binçavkirinên di roja Aştiyê de bi awayekê ne hiqûqî pêk hatiye destnîşan kirin ku ewê daxuyanî nedin.
Enqere
Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya bi şîara “Dagirkerî dê têk biçe, yên li ber xwe didin dê serbikevin” li Anitparqê dest pê kir. Rêxistinên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatî tev li mitîngê bûn.
Metna hevpar ya Tirkî û Kurdî ya ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê hatibû amade kirin hat xwendin. Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya bi şîara “Dagirkerî dê têk biçe, yên li ber xwe didin dê serbikevin” li Anitparqê dest pê kir. Rêxistinên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatî tev li mitîngê bûn.
Îzmîr
Bi pêşengtiya Hêzên Demokrasî û Kedê li Qada Cumhuriyetê çalakî hat lidar xistin. Di çalakiya ku tê de pankarta “Em li dijî şer, xizanî, gendelî û qirkirina xweza û jinê aştiyê diparêzin” hat hilgirtin de ji Înisiyatîfa Dayîkên Aştiyê Behiye Yalçin axifî û got: “Em dixwazin ku êdî dayîk negrîn. Em li her derê cîhanê aştiyê dixwazin. Şer mirin e, komkujî ye. Şer hesirê çavên dayîkan e. Êdî em naxwazin hêsir3en çavên dayîkan biherike. Em dixwazin ev tecrît bê rakirin.”
Li Mêrdînê û Colemêrgê çalakî
Bi boneya1'ê Îlonê, bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê meşek hat lidarxistin û banga sekinandina şer û pêkanîna aştiyê hat kirin. Li Colemêrgê jî dayikan lacikên xwe yên spî avêtin Çemê Zapê.
Şirnêx
Mitînga bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e” li Qada Newrozê ya navçeya Silopiyayê hat lidarxistin de, banga bi tifaqa Kurdan rawestandina polîtîkayên şêr hat kirin.
Li ser navê komîteya amadekar Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, balkişand ku li ser jinên ku bi destê cerdevan, polîs an jî leşkeran tên qetilkirin û wiha got: “Em ê pêşî li van polîtîkayên bêcezatiyê bigrin û li dijî van qetlîaman têkoşîna xwe ya bilibd bikin.” Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî.