‘Bi hêza jinê em ê dawî li dagirkerî û faşîzma AKP-MHP bînin’
Jinan ji Kobanê li dijî êrişan banga têkoşînê kirin û gotin: “Bi hêza jinê em ê dawî li dagirkerî û faşîzma AKP-MHP bînin.”
Kobanê – Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên di 23’ê Cotmehê li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Gelê heremê li dijî êrişan daketin qadan û carekî din helwesta xwe ya bilindkirina tekoşînê anîn ser ziman. Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê li bajare Kobanê der barê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da. Kongra Star destnîşan kir ku dê êriş bi hêz, vîn û biryardariya jinê vala were derxistin.
Daxuyanî li qada Jina Azad ji aliyê endamê Kongra Star a Kantona Firatê Meysun Kewar ve hate xwendin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker, qirker ku heta dawîye di nava faşîzmê de fetisiye bê navber êrişên hovane li ser civaka me dide meşandin. Bi salane komara Tirk a faşîst her alî de li ser gel êrişan pêk tine. Komara faşîst her çiqasi êrişên hovane bê navber pêk tine jî, li hemberê wê gelên heremê bi berxwedaniya xwe ve bersiv didin wan êrişan. Wek tevgera jin wek civak û hemû pêkhateyên bi hevre jiyan dikin me dijminê xwe baş nas kiriye. Bi dek û dolaban, bi şerê taybet, erîşen hovane ve wê tucarê vina civakê neşikine.Wek Kongra Star a kantona Firatê em dibêjin bila Erdoxanê şefê şer bizane ku wê jin tucarê nehêlin ku li ser heremên me xeyalên xwe yên osmaniyan pêk bine. Her giya li ser koka xwe şîn dibe em wek xwecihên wê axê dibêjin bila dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst bizane gelên li heremê jiyan dikin ne gelên salên 1920’an in. Hem dijminê xwe baş nas dike hem li hemberî dijmin wê çawa tekoşîna xwe bilind bike baş dizane. Bi salane wek gelên heremê hemberî êrişên pir ali yên komara Tirk a faşîst tekoşîn didin meşandin. Bê guman tekoşîna bi saya cangoriyên azadiyê gehişti asta jor wê tu êriş nikaribin tekoşîna me lewaz bike. Berevaji tekoşîna me a civaka azad mezintir dibe.”
Em xwediyê felsefeya netewa demokratîk in
Em wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwedi felsefeya netewa demokratik in ku li tu deverên cihanê mînaka wê bi hevra jiyan kirinê ne hatiye ditin. Êrişên li ser heremên me pêktên erîşa li ser projeya me a hemû gelên azadixwaz xwe di nava wê projê de pênase dikin. Bi taybet wek jin em êrişên hovane yên li ser herema xwe bi tundî şermezar dikin. Qetil kirina jin, zarokan û gel bi tu awayi qebul nakin. Li ber çavê hemû cihanê gelên heremê ji aliyê faşîzma tirk ve tên armanc girtin. Tênê tişta em dixwazin bêjin cihan hemû dizane ku Erdoxan xwediyê DAIŞ’ê ye, ger herkesê ji xwe re dibêje ez hemberî DAIŞ’ê me wê demê pêwiste di serîde hemberî Erdoxanê xwinmêj derbikevin û piştre qala azadiya gelan, maf an ji demokrasiyê bikin.
Asta êrişên hovane belengaziya dewleta faşîst dide nişandan
Bê guman em ne ew gel in ku bi gotinan bên xwepandin. Rastiyên ber çav tên jiyan kirin di holê dane. Dewleta Tirk a qirker, faşîst û dagirker nikare li tu deverên cihanê yêk destkeftiyên gelê Kurd qebul bike ji lewra kîjan demê krizên navxweyî jiyan dike yêkser êrişan li ser heremên me pêk tine. Ne tênê heremên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di heman demê de li ser Başurê Kurdistanê, Şengal û qadên parastina medya bi her cure çekên giran, kîmyawî ve bê navber êriş dike. Asta êrişên hovane belengaziya dewleta faşîst dide dide.”
Bi tekoşînê re dê faşîzm têk biçe
Ji 23 Cotmehê ve seranserê heremên me binesaziyên jiyane bûn armanca faşîzma komara Tirk. Bi dehan şêniyên heremê jin, zarok hatin qetil kirin û birindar bûn.Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifayê ji bo birindaran dixwazin. Cardin soza bilindkirina tekoşîna li diji faşîzme didin. Bi hêza jinê em ê dawî li dagirkerî û faşîzma AKP-MHP bînin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘ “Bijî Rêber Apo”, Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin’ bi dawî bû.