Ji jinên Şengalî banga têkoşînê: Roj roja xîretê ye
Jinên Şengalê dan diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê bi konsepteke nû hatiye destpêkirin, armanc jî valakirina vê axê ye her wiha bang li hikumeta Iraqê kirin ku li hemberî êrişan xwedî hewlesteke mirovî bin.

SITÎ ROZ
Şengal – Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê ku di hefteyek de 4 caran êrîş pêk hatin, civaka Şengalê li dijî van êrîşan her roj li qadan e. Ruxmê hemû bangawaziyên ji bo hikumeta Iraqê jî heta niha tu daxuyaniyek ji aliya hikumeta Iraqê ve nehatiye dayîn.
Duh li Şengalê jî civaka Êzidî li qadan bi dirûşmên “Bimre Îxanet” herikîn kolanan. Jinên Şengalî yên ku tevli meşê bibûn ji ajansa me re axivîn, bi tundî van êrîşan şermezar kirin û bi gotina “Roj roja xîretê ye” banga têkoşînê li her kesê kirin.
‘Duh DAIŞ bû, îro dewleta tirk e’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas ji ajansa me re axivî. Neam Ilyas a bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk a li ser civaka Êzidî, got ku “Çawa ku DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe civaka me kir hedef, îro jî dewleta Tirk bi balafirên xwe û bi nemerdane civaka me dike hedef. Dewleta Tirk dizane ku nikare sîng bi sîng li hemberî me şer bike bi balafirên xwe bi tirsonekî êrîşê me dike lê bi çi rêbazê jî êrîş bike wê nikaribe îradeya me bişkîne.”
‘Îro roja xîretê ye’
Neam Îlyas destnîşan kir ku pêwist e hemu beşên civakê li dijî van êrişan rabin ser piyan, bi gotina “Roj roja xîretê ye” baanga têkoşîna li dijî êrişan li hemu beşên civakê kir.
Neam Îlyas a got ku her kesê ku xwedî wijdan e pêwîst e parastina vê axê bike, bi gotina “Hê bi hezaran jinên Êzidî hene ku em ê tola wan hilînin, ji bêxîretiyê re êdî bes e” wiha pêl da axaftina xwe; “Ew dijminê mirovahiyê ye û dijminê baweriya me ye jî. Ev kesên ku dibin hedef canê xwe qurbanî baweriya xwe kirin û ji bo Şengalê canê xwe bexş kirin. Pêwîst e îro em xwedî li hêza xwe derkevin, xwedî li zarokên xwe derkevin. Eger em îro bê hewlest bin li hemberî dijminan me, wê sibê bi rehetî hîn tiştên xirabtir bînin serê civaka me, wê demê bila tu kes gazinan neke, wê debara tu kesê li Şengalê nemîne.”
Mala Barzanî dubare bazarê li ser Şengalê kirin
Neam Îlyas a di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk li ser ezmanê Şengalê û destnîşan kir ku mala Berzanî bi dek û dolabên xwe dubare dixwazin Şengalê bifroşin. Neam Îlyas a destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê piştgiriya wî ya ji van êrişan re destnîşan dike, bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û peymana 9’ê Cotmehê; “Mala Berzanî başûrê Kurdistanê hemû radestî Tirkan kirine, xwestin bi riya DAIŞ’ê me teslîmê Tirkan bikin lê bi ser neketin. Îro jî careke din mala Berzanî Şengal dane ber bazarê û dixwazin dubare teslîmê dewleta Tirk bikin. Bila civaka me li hemberî van êrîşan bi hişyarî tevbigerin. Eger îro xiyanet li axa Şengalê kiribin, xiyanet li hember jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de dikin. Bila Êzidî li pey baweriya xwe bin ne dijminên xwe bin.”
‘Dewleta tirk ji asîman êrîş dike Iraq jî li erdê’
Şemê Miçû jî qala êrîşan kir û got ku dewleta Tirk a dagirker ji asîman êrîş dike û li ser erdê jî artêşa Iraqê temam dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji asîman ve êrîşê me dike artêşa Iraqê jî li erdê van êrîşan temam dike û nahêle em biçin cihên bûyerê û rê li ber me digrin. Ev êrîşa dawî jî nehiştin em biçin cihê bûyerê heya ku mirovên me di wesayîdan de dibin xwelî. Wijdan vê tiştî qebûl dike? Heya kengê dê van êrîşan wiha berdewam bikin? dixwazin Şengalê vala bikin û rê li ber vegera xelkê bigrin. Lê bila dilê wan şad nebe, tu car bi êrîşên tirsonek îradeya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin nayê tunekirin.”
‘Kiryarên dewleta tirk ji yên DAIŞ’ê xirabtir in’
Rûken Elî ya beşdarî meşê bûbû jî bi gotina “Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji kiryarên DAIŞ’ê xirabtir in” bal li ser kiryar û êrişên dewleta Tirk kişand û wiha domand; “Rast e DAIŞ’ê hov bû lê dewleta Tirk hovtir e li, ber çavên me bira û xwişkên me dişewitînin û dikin xwelî. Mîrê Êzidiyan hat serdana Şengalê kir û piştre çû di medyayê de nûçe derketin dibêje civaka me pêwîstiya wê bi madiyatê heye. Em tu tiştekî madî naxwazin. Em ê heya kengê li pey madiyatê bin? Em tenê dixwazin qada hewayê li hemberî balafirên dewleta Tikr bigrin tu tişekî din em naxwazin.”
Rûken Elî bi gotina “Ma qey hikumeta Iraqê agahiya wê nîn e ku balafirên bê mirov li ser Şengalê bênavber digerin? Ma hikumet nabîne her roj li ser Şengalê û li ser serweriya wê êrîş pêk tên?” li dijî êrişan banga wijdanî û mirovî li her kesê kir ku li hember dewleta tirk xwedî hewest bin.