Bi fedakirina mafên jinan paqijkirina Talîbanê
Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan vexwendina şandeya Talîbanê ji bo merasîma dîplomatîk şermezar kir û hişyarî da ku dayîna statuya fermî tê wateya paşguhkirina zextên sîstematîk û rewakirina binpêkirina mafên mirovan.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan vexwendina şandeya Talîbanê ji bo merasîma cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî bi tundî rexne kir û diyar kir ku ev gavek ber bi normalîzekirin û rewakirina hikûmeteke ku nêzî pênc salan bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên jin û welatiyên Efgan binpê kiriye. Yekîtiyê da zanîn ku dayîna statuya dîplomatîk ji Talîbanê re tê wateya paşguhkirina zextên li ser jinan, bêparkirina zarokên keç ji perwerdeyê û hesabnedayîna kiryarên binpêkirina mafên mirovan.
Rexneyên li ser vexwendina fermî ya Talîbanê ji bo merasîma dîplomatîk
Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan bi daxuyaniyek vexwendina şandeya Talîbanê ji bo merasîma cenazeyê rêberê Îranî yê kuştî wek mînakek ji zêdebûna meyla têkiliyên fermî bi wê komê re bi nav kir û hişyarî da ku pêkanînên bi vî rengî, bêyî li sicîlên mafên mirovan ên Talîbanê binêrin dê bibin sedema normalîzekirina gav bi gav a pozîsyona siyasî li ser asta herêmî û navneteweyî ya vê komê.
Yekîtiyê diyar kir ku Talîban ne hikûmeteke hesab bide, komeke ku divê ji ber binpêkirinên xwe yên mafên mirovan radestî edaletê were kirin û divê weke şandeyeke hikûmetê di forumên fermî û dîplomatîk de neyê pêşwazîkirin.
Qurbaniyên yekem ên rewakirina Talîbanê jin in
Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan, di daxuyaniyê de behsa rewşa jinên Efgan kir û tekez kir ku rewakirina siyasî ya Talîbanê, tê wateya paşguhkirina êşa bi milyonan jin û zarokên keç ku ji dema vegera vê komê ve ji mafên xwe yên mirovane yên herî bingehîn bêpar mane.
Yekîtiyê qedexeyên li ser perwerdeya zarokên keç, dûrxistina jinan ji gelek karan, sînordarkirinên tund ên li ser hebûna wan li qadên giştî, tepeserkirina xwepêşandanên jinan, girtina çalakvanên sivîl û gelek dozên tundî, îşkence û êrîşên zayendî li navendên binçavkirinê yên Talîbanê bi bîr xist û ev yek weke beşek ji sicîla berfireh a binpêkirinên mafên mirovan ên vê komê bi nav kir.
Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan bang li hikûmetan, rêxistinên navneteweyî û saziyên dîplomatîk kir ku ferqa di navbera gelê Efganistanê û hikûmeta Talîbanê de bibînin û ji dayîna statuyeke fermî yan dîplomatîk ji bo Talîbanê dûr bisekinin.
Rêxistinê hişyarî da ku her danûstandinek siyasî bêyî rêzgirtina li mafên mirovan û mafên jinan dikare peyameke xeternak bide civaka navneteweyî ku kiryarên Talîbanê tên qebûlkirin û dikare rê li ber berdewamiya polîtîkayên zextê yên vê komê veke.
Astengî û sînorên li dijî jinên Efgan didomin
Ji dema ku Talîban di 2021’ê de hat ser desthilatdariyê ve heta niha, jin û zarokên keç ên Efgan, bi pêlên qedexeyên ku di dîroka nêz a welat de nehatine dîtin, bi qedexeyên zagonî û civakî re rû bi rû mane. Qedexekirina perwerdeya zarokên keç ji pola şeşan pê ve, dûrxistina jinan ji kar di gelek rêxistinên dewletî û yên civaka sivîl de, sînorên li ser azadiya tevgerê, girtina beşên mezin ên qada giştî ji bo jinan û ferzkirina qanûnên tund li ser cil, berg û jiyana rojane, di aliyê mafên jinan de, Efganistanê kiriye yek ji welatên cîhanê yên herî krîtîk.
Di heman demê de, berfirehkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera hinek welatan û Talîbanê de û hebûna nûnerên vê komê di civîn û merasîmên fermî de, ji aliyê çalakvanên mafên jinan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ve gelek caran bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.
Her têkiliyeke fermî ya bi Talîbanê re tê wateya normalîzkirina cudakarî û zextan
Rexnegir bawer dikin ku heta Talîban binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan, bi taybetî li dijî jin û zarokên keç, bi dawî neke û ji kiryarên dike berpirsyar neyê dîtin; her têkiliyek fermî bi komê re dê were wateya normalîzekirina hikûmetek ku polîtîkayên wê yên cudakar û zextê bandorê li ser beşek mezin a civaka Efgan, bi taybetî jinan, dike.