‘Bi êrîşa li dijî JIN TV xwestin çav, guh û zimanê rastiyê bigrin’

Pêşkeşvana Jin tv Agirî Brahîm êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Jin tv ku di 23’yê Tebaxa 2023’an de pêk hatibû nirxand û got: “Em ê şopdarên hevalên xwe yên ji bo ragihandina rastiyê canê xwe feda kirine bin. Em ê riya wan bidomînin riya wan riya me ye.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-Di 23’yê Tebaxa 2023’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek êrîşî wesayîdeke Jin tv kir. Di encamê de xebatkar Necmedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest da, nûçegîhan Delîla Egîd birîndar bû. Têkildarî mijarê, pêkêşvana Jin Tv Agirî Brahîm nêrîna xwe ji ajansa me re anî ziman.

‘Em ê riya cangoriyan bişopînin’

Agirî Brahîm di serî de di şexsê Necmedîn Feysel Hec Sînan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxa par de wesayîda televîzyona me armanc girt. Di encama êrîşê de hevkarê me Necmedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest da û hevala me û nûçegîhana me Delîla Egîd birîndar bû. Em sersaxî ji malbata hevkarê me, Necmedîn re dixwazin û soza me ew e ku em riya wan bişopînin.”

‘Çapemeniya azad nirxên civaka xwe diparêze’

Agirî Brahîm destnîşan kir ku ew weke rojnamevan rastiya xwe bi civaka xwe re dibînin û rola rojnamevanan a di şoreşê de wiha vegot: “Saziyên çapemeniya azad bi taybetî ya jinan, erka wan mirovahî ye. Dema bûyerek rû bide, li ku derê dibin bila bibin, heqîqet çi be derdixin holê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê ji şoreş heye û pêşengên wê şoreşê jin in. Pergala ku hatiye rûniştandin û yên ku sazî û dezgeh ava kirine jin in û jin dimeşîne. Rastiya êrîşên li ser civak û pêşengên şoreşê careke din em radigihînin. Çapemeniya azad û rojnamevan rastiya xwe bi civakê re dibînin û nirxên civakê diparêzin.

‘Di êrîşan de gelek rojnamevan hatin armancgirtin’

Agirî Brahîm armanca êrîşên dewleta Tirk wiha nirxand: “Şoreşa me ji ber ku ne li gorî desthilatdarî û dewletên herêmî ye, televîzyon û rojnamevanên me dike armanc. Em ji bîr nekin gelek hevalên me yên rojnamevan di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, jiyana xwe ji dest dan. Hevalên me yên rojnamevan ên ku canê xwe feda kirin ji bo kêliyên şoreşa me, parve bikin canê xwe feda kirin. Her gava pêngavên rizgarkirinê rojnamevanên azad nîşan dan. Heta niha jî êrîş li dijî rojnamevanan berdewam dikin ku mînaka wî Silêman Ehmed e li Başûrê Kurdistanê dîl hatiye girtin. Ev êrîş nîşan didin ku dengê rastiyê, çavên rastiyê, guhên rastiyê û zimanê rastiyê bigrin. Dewlet dixwazin li gorî pergala ku ew dixwazin civakê bindest bike û jin bindest bin. Em vê yekê weke erkeke mirovî dibînin, em ê rastiya civakê bi rengekî rast ragihînin.”

‘Riya wan riya me ye’

Agirî Brahîm da zanîn ku dewleta Tirk nikaribû karê wan bide sekinandin, ew her dem li ser erka xwe bûne û pênûs û kameraya xwe nedane sekinandin û wiha domand: “Wek Jin tv erka me bû ku em her dem rastiyan di hundirê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ragihînin, lewma em bûn armanca êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk pergala xwe li ser qirkirina gelan daye avakirin û  dixwaze berdewam bike. Lê erka me ew e ku em rastiyan derxin holê. Dewleta Tirk bi hedefgirtina televîzyona me nikaribû riya me bigre, xebatên me neda sekinandin, pênûs û kameraya me nesekinî. Tiştên ku em tînin ziman tenê weke dirûşm namînin, di jiyana me de tên dîtin. Çiqas êrîş li ser rojnamevanên jin hebin jî xebatên me nayên sekinandin. Di roja ku êrîş çêbû jî em di televîzyona xwe de amade bûn û me erka merasîma hevkarê xwe bi rengekî baş da meşandin. Em her dem dibêjin em ê şopdarên hevalên xwe yên ku di oxira ragihandina rastiyê de canê xwe feda kirine bibin û em ê riya wan bimeşînin, riya wan riya me ye.” 

‘Ruxmê ku diyar e kê êriş pêk aniye jî bêdengî heye’

Agirî Brahîm êrîşa ku dewleta Tirk li dijî Jin tv pêk aniye û di aliyê hiqûqî de kar û xebatên çawa meşandine wiha anî ziman: “Xebatên ku me daye meşandin, gelo em çima hatin hedefgirtin, sedema wê çi bû, kî bûn? Gelek kar û xebat hatin meşandin. Di serî de em vê bibêjin NY di rapora xwe ya salane de yek ji bendên wê yên ku wesayîta Jin tv ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafira bêmirov a biçek ve hatiye armancgirtin, karmendekî wan jiyana xwe ji dest daye û hevalek wan birîndar bûye, hebû. Lê ruxmê wê jî vaye salek di ser bûyerê de dibore, yê ku vê êrîşî pêk aniye diyar bû kî ye lê heta niha bêdengî berdewam dike. Em weke rojnamevan vê bêdengiyê dibînin û dibêjin ku ew jî hevkarên êrîşan in. Dema rojnamevan tên hedefgirtin, tê wateya hemû civak tê armanc girtin. Em careke din dubare dikin ku ew rapor ji raya giştî re were eşkerekirin û bêdengî nema were parastin.”

‘Li Îranê jî rojnamevan tên darizandin û biryara cezayê darvekirinê li wan tê birîn’

Agirî Brahîm bal kişand ser Pexşan Ezizî û Şerîfe Mihemedî ku li Îranê biryara darvekirinê ji bo wan hatiye birîn û got: “Îran yek ji wan dewletane ku bêedaletî û bê hiqûqî  li pêş e. Dema Îran tê gotin bi rastî şoreşa ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir tê bala mirovan. Îro şoreşa Jin, Jiyan Azadî bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir li Îranê, derket pêş. Êdî jinên Îranê nema zilmê qebûl dikin. Şoreşa ku li Îranê tê jiyîn kêlî bi kêlî tê şopandin û ji raya giştî re tê ragihandin. Parêzvanên jin ango rojnamevanên jin ên li Îranê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî niha biryara darvekirinê li wan hatiye birîn, sedem çi ye gelo. Çawa rojnamevanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên armancgirtin, li wir jî tên armancgirtin. YRJ’ê li dijî vê biryarê kampanyayek ragihand. Em hemû jî cihê xwe divê kampanyayê de digrin, kîjan hevalên me li ku derê werin armancgirtin, em bêdeng namînin dê her dem ji bo parastina wan pênûs û kameraya me li pêş be. Em kiryarên li Îranê li dijî jinan pêk tên qebûl nakin. Di heman demê de pergala ku Îran dimeşîne, li Tirkiyeyê jî tê meşandin gelek hevalên me yên rojnamevan di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.”

‘Em ê karê xwe bidomînin’

Agirî Brahîm herî dawî bang li rojnamevanan kir ku erka xwe ya mirovî, exlaqî û wijdanî bilîzin û wiha bi dawî kir: “Çi dibe bila bibe em bêedaletî û bindestiyê qebûl nakin. Em ê her dem nirxên civakan û riya rast biparêzin. Ji bo rastî derkeve holê kar û xebatên me wê her dem li pêş bin. Her çiqas êrîş li ser me hebin jî tu car xebatên me nayên sekinandin. Pênûs û kameraya me danakeve. Ji roja ku şoreşê dest pê kiriye heta niha em di nava şoreşê de ne. Em ê her vê xebatê bidin meşandin ji ber erka me ye. Rastiya heyî em ê bişopînin û ragihînin. Erka me mirovî, exlaqî û wijdanî ye. Banga me li tevahî rojnamevanan ew e ku rastiyê ragihînin, îro li vir civak û gel tê qirkirin. Divê em wek saziyên ragihandinê rastiyan bibînin û bişopînin. Em ê her dem şopdarên heqîqetê bin.”