Bi deh hezaran kes tevlî Newroza Agiriyê ya Mezin bûn

Li Agiriyê, bi deh hezaran kes tevlî Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê bû. Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras, diyar kir ew ê ji bo dawî li xizanî, nelrêtî û çopa AKP'ê ya li Agiriyê bînin tevlî hilbijartinê bibin.

Agirî- Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li Qada Dortyolê “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” li dar dixe.

Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji du baskan bi meşekê hatin qada Newrozê. Ciwanên ku bi vêxistina meşaleyan ketin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên netewî yên Kurdistanê hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankarta “Êdî wê hêza tu kesî tune be ku ziman û çanda me tune hesibîne” vekirin.

Qada Dortyolê di demeke kurt de tijî bû û girseya gel li ber stranan govend gerand.

‘Projeyên me ne projeyên xeyalî ne, projeyên pêkanînê ne’

Piştî deqeyeke rêgzirtinê ji bo biranîna şehîdan, Komîteya Amadekar û Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr silav da gel. Piştre Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Agiriyê Mehmet Akkûş axivî. Akkûş got, "Kes nema ku me bi destê wan negirt, em neçûn serdana mala wan. Me projeyên xwe yên çareseriyê bi her kesî re parve kir. Projeyên me ne projeyên xeyalî ne, projeyên pêkanînê ne."

‘Ji bo dawî li xizanî, nelrêtî û çopa AKP'ê em ê tevlî hilbijartinê bibin’

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras piştre axivî û got, "Di 31'ê Adarê de em ê tevî zarokên xwe, ciwanên xwe hilbijartineke krîtîk pêk bînin. Ji bo dawî li xizanî, nelrêtî û çopa AKP'ê ya li Agiriyê bînin em ê tevlî hilbijartinê bibin."

‘Gelê me wê dest ji berxwedanê bernede’

Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Guvenç jî got, "Meha Adarê meheke hem berxwedanê hem jî meha komkujiyan e. Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ya gelê Kurd e. Newroz a Kawa, Ronahî, Rewşen, Ronahî û Sema Yuce ye. Li ku derê talan û zilm hebe li wir berxwedan heye. Di demekê de ku gelek êrîş têne kirin, polîtîkayên şer û şerê taybet dewam dike, her wiha tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye girankirin, me Newroz pêşwazî kir. Çiqas êriş dibe bila bibe gelê me wê dest ji berxwedanê bernede."

Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013'an hate xwendin.

'Agirê Newrozê li dijî zilmê û Dehaqan hatiye pêxistin'

Pişt re parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik axivî û ev tişt got: “Agirê Newrozê li dijî zilmê û Dehaqan hatiye pêxistin. 5 roj şûnde em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Di hilbijartinên 2014’an we dîrok nivîsand. Em ê dîsa biçin ser sindoqan û bersiva wan bidin. Em ê dîsa dîrokê binivîsin. Em ê di vê hilbijartinê de şaridariyê bi dest bixin. Niha diz di şaredariyan de ne. Lê me bi tenê ji bo gelê xwe xizmet kir. Lê ji şaredariyên me re qeyûm tên tayînkirin û diziyek mezin tê kirin. Em ê di vê 31’ê Adarê de şaredariyê bigirin û wan diz û kedxwaran ji şaredariyê bişînin. Ji derve hilbijêran tînin û dixwazin vîna gelê Agiriyê xesp bikin. Lê em ê destûrê nedin ew bi ser bikevin.”

‘Di 31’ê Adarê de gelê Agiriyê ji bo nivîsandina destanê amade ye’ 

Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî bi rihê Sema Yûce Newroza hemû gelan pîroz kir. Bakirhan, got ku gel ji niha ve biryara xwe daye û wiha pê de çû: “Em ê dîsa Agiriyê bi dest bixin. Hevalên me yên girtî û li sirgûnê çavên wan li Agiriyê ye. Em ê di 31’ê Adarê de mizginiyeke mezin bidin wan. Em Newroza hemû hevalên xwe yên girtî pîroz dikin. Newroz li dijî Dehaqan berxwedana Kawayan e. Newroz bi sê zilikên şixatê yên Mazlûm Dogan hatiye pêxistin. Bajarên Kurdistanê û metropol hemû weke Agiriyê bi coş û kelecan û bi girseyî bûn. Di 31’ê Adarê de gelê Agiriyê ji bo nivîsandina destanê amade ye. Gelê Agiriyê ji me re xwedî derketin û berxwedanê di her hilbijartinê daye nîşandan. Em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Dê gelê me hesabê ji van talankeran bipirse.”

‘Kesên ku li hember vê zilmê deng dernaxe em ê dengan nedin wan’ 

Bakirhan, bal kişand ser peyamên ku di mitîngan de hatine dayîn û wiha got: “Gel got, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û xwest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Destûrê nadin em bi zimanê xwe biaxivin, me weke terorîst bi nav dikin. Lê em ji bajarê Ehmedê Xanî bang dikin ku em ji vir bi zimanê xwe bang dikin. Çareserî ne operasyona li dijî Kobanê û bajarên Rojavayê ye. Çareserî li Agiriyê ye. Kesên ku pêşiya vê xîzaniyê vekiriye bila peyamên gel ên qadên Newroza azadî, aştî û çareseriyê rast fêm bikin. Ji zimanê me re dibêjin zimanê biyanî û nayê zanîn. Ev hezar sal in ku em bi vî zimanî diaxivin çawa bûye zimanekî nayê zanîn. Li dijî vê yekê em ê di hilbijartinê de bersiva vê yekê bidin. Li Elmanya û Japonyayê perwerdehiyên kurdî tên dayîn, li welatê me bihêlin em bi kurdî biaxivin, dest deynin ser poşiyên me. Kesên ku îro hevalên me avêtine girtîgehan dibêjin ‘Em jî kurd in.’ Raste hûn kurd in lê hûn berê xwe didin partiyên din. Dema peykerê Ehmedê Xanî hat hilweşandin ew kesên ku dibêjin em kurd in li ku derê bûn. Di Meclisê de destûrê nadin kurdî bêaxaftin. Ji ber ku ew li cem desthilatdariyê ne. Gelê Agiriyê hûnê xwedî li namzetên xwe derbikevin. Kesên ku li hember vê zilmê deng dernaxe em ê dengan nedin wan.”

Piştî axaftinan hunermend Mizgîn Turan û Azad Bedran bi stranên xwe derketin ser dikê. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.