Bi boneya salvegera Malda Kûsa merasîma bîranînê

Bi boneya sêyemîn salvegera bîranîna Malda Kûsa li ser gora wê ya li Goristana Şerciyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Hesekê - Malda Kûsa di sala 2018’an de tevlî karê jineolojî bû û ji bo pêşxistina kar û xebatê Jinlojî kedek pîroz da meşandin . 5 Gulana 2019’an li ser rêya Holê dema diçu perwerda jineolojiyê bide jinên gundewarên Hesekê li ser rê rastî êrîşek çekdarî hat û di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Navenda Jinlojî ya Kantona Hesekê li ser gora wê ya li Goristana Şercî bi merasîmekê ew bibîr anîn. Kongra Star, Xebatkar û rêvberên navenda jineolojî, endamên saziya civaka sivîl di merasîman de amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Îsa axivî.

“Em ji bo xeyalên Malda bidin domandin dixebitin”

Rîma Îsa di kesayeta Malda de hemû jinên di ber welat de kedên mezin dane û bê bi berdêla canê xwe bi şev û roj xebitîne û di wê oxirê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha domand: “Şehîd Malda ji bo pêşxistina kar û xebatê Jinlojî xwedî rolek pir girîg bû. Ew bi temenek biçûk tevlî kar bû lê mêjiyê wê mezin bû. Mlada xwedî kesayetek xurt  û hişmendiyeke dewlemend bû, dinava arteşek leşgeran bi seknek ji xwe bawere perwerde dida. Di şexs rê heval Malda de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û emê şopdarê rêka wê bin.Armanca wê guhertina hişmendiya civakê û azadiya jinê bû, îro em wekî herekta jin em hemû malda ne em ji bo vê armancê kar û xebat didin meşandin”

Endama Mekteba Jin a Meclisa Malbatê Şehîdan Fatma Hisên jî da zanîn ku bi ked û fedekariya şehîdan gelek deskeftî hatin bidestxistin û wiha axaftina xwe domand:”Îro ji bo em xwedî li van deskeftiyan derkevin û layiqî keda şehîda bin pêwiste em hevgirtina xwe avabikin, li hember êrîşan bisekinin bisekinin. Îro hemû dewlet  ji bo derbeyek li nirxê şoreşê bixîne bûne yek. Pêwiste em jî li beramberî van komployan bibin yek û bersiv bidin pilanên qirkirinê.”

Merasîm bi dirûşemya “Şehîd na mirin” bi dawî bû.