Bi boneya rojbûna Denîz Poyraz jin li ser gora wê bûn
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê, bi boneya 39’emîn rojbûna Denîz Poyraz li ser gora wê bûn.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê rojbûna Denîz Poyraz a di 17’ê Gulanê de di êrişa çekdarî ya ser avahiya HDP’a Îzmîrê de ji aliyê Onûr Gencer ve hat qetilkirin, li ser gora wê pîroz kir. Dayik Fehîme Poyraz, ferdên malbatê, Hevseroka Bajêr Bedriye Tekgur, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, endamên Jin bi Hev re Hêz in û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
“Em ê Denîz Poyraz di hemû dilan de bidin jiyîn”
Hevseroka HDP’ê ya bajêr Bedriye Tekgur a di bernameyê de axivî, balkişand ser danişîna 29’ê Kanûnê hat dîtin û wiha got: “Kujer ji hêzên dewletê alîkarî girt. Ya ku Poyraz qetil kir zimanê desthilatê yê bi jehr ku piştgiriya kujer kir e. Denîz wê îro bibûya 39 salî. Heke nehatibûya qetilkirin wê îro li malê rojbûna xwe pîroz kiribûya. Em ê Denîz Poyraz di hemû dilan de bidin jiyîn. Denîz tu rehet raz e em ê têkoşîna te bidomînin û aştiyê bînin vî welatî.”
“Rojbûna te pîroz be Denîza min”
Fehîme Poyraz jî li ser gora keça xwe wiha axivî: “Ez li pêşberî dayikên ku zarokên wan di zindanê de ne û şehîd ketine bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Denîz ne Denîza min tenê ye Denîz a gelê kurd e. Dilê dayikan ji dilê min zêdetir şewitî ye, ji min zêdetir têkoşiyane. Denîz keça min serê xwe rake, binêre ka dayik ji bo te çi dikin. Bila dilê te rehet bibe. Dijmin xwest Denîzê winda bike lê bi hezaran kesên weke te gihan. Te zanîbûya ku vî gelî van dayikan ji bo te çi kir. Bila rojbûna te pîroz be Denîza min. Bila heqê min li te helal be. Min soz daye te ez nagirîm.”