Bi boneya roja şanoyê li Şehbayê şanoya Asî Mayî hat nîşandan

Bi wesîleya roja şanoyê Tevgera Çand û Huner ya herêma Efrînê şanoya bi navê Asî Mayî ya ji aliyê Navenda Çandê ya Cemîl Horo ve hatî amadekirin pêşanda.

Şehba- Bi boneya roja cîhanî ya şanoyê Tevgera Çand û Huner ya herêma Efrînê şanoya bi navê Asê Mayî ku ji aliyê Navenda Cemîl Horo ve hatî amade kiribûn nîşan dan. Şano li hola navenda Çand û Huner ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê hat temaşekirin. Şanogera bajarê Helebê Zeyneb Cuma têkildarî roja şanogeriyê axivî.

Zeyneb Cuma diyar kir ku ji bo roja cîhanî ya şanoyê wan xwast şanoya bi navê Asî Mayî li kantona Şehbayê pêşkêş bikin û wiha dom kir: “Ji bo roja cîhanî ya şanoyê me xwast şanoya Asê Mayî ku naveroka wê xebatên cotkaran digere nava xwe ji gel re pêşkêş bikin. Armanca me ji vê şanoyê ewe ku em xwe bighînin her kesên di jiyanê de asî mayî. Em roja cîhanî ya şano li hemû şanogerên cîhanê pîroz dikin.”

Çalakî bi pêşandana şanoya Asî Mayî bi dawî bû.