Bi boneya 8’ê Adarê li Kampa Serêknaiyê şano hat pêşkêş kirin
Bi dirûşma” Bi rihê ciwantiya Vıyan û Nûjiyan emê asta têkoşînê bilind bikin” Yekîtiya Jinên Ciwan a Bajarê Hesekê li Kampa Serêkaniyê şano pêşkêş kirin.
Hesekê – Di çarçova çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dirûşma” Bi rihê ciwantiya Vıyan û Nûjiyan emê asta têkoşînê bilind bikin” Yekîtiya Jinên Ciwan a Bajarê Hesekê li qada Hêza Paratina Civakî ya Kampa Serêkaniyê şano pêşkêş kirin. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Yûksen Silêman têkildarî xebatên xwe yên şanoyê ku dê bi boneya 8’ê Adarê li navçe û gundewarên Hesekê dewam bikin axivî.
“Emê çanda xwe biparêzin”
Yûksen Silêma 8’ê Adarê li jinên koçber pîroz kir û wiha got: “Bi boneya 8’ê Adarê me des bi çalakiya xwe kir, me xwest çalkaiya me di kamap Serêkaniyê de li gel jinên koçber des pê bike. Ji ber ku di hundirê kampê de kêlî bi kêlî jin berxwedanî dikin. Çalakiya me pêşkêşkirina şano li ser guhertina zihniyeta baviksalarî ye. Peyama me di vê şanoyê de ku pêwste civak xwe ji vê zihniyetê xelas bike û her kes dîroka jinê bizanibe. Em dixwazin bidin zanîn ku em xwedî dîrok in û emê çand û zansita xwe zindî bikin. Çalakiya me dê li tevahî navçeyên bajarê Hesekê were pêkêşkirin û dê 5 rojan dewam bike.”