Bi boneya 8’ Adarê çalakiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Bi boneya 8’ê Adarê platforma çalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana Saziyan kirin û diyarî li wan belav kirin. Li Helebê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk KPC-D bi wesîleya 8'ê Adarê pêşangehek wêneyan vekir. Li Hesekê ji bo xebatkarên jin ên firina nan şahî hat lidarxistin. Li Kobanê werzîşvanên jin bi çalaliyên werzîşî vê rojê pîroz kirin û li Şehbayê jî hunermendan hunerên xwe pêşkêş kirin.
Navenda Nûçeyan - Platforma rêzeçalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23 Sibatê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêzeçalakiyên xwe ragihandibû. Li bajarên Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Hesekê, Kobanê û Şehbayê rêxistinên jinan wekî ku di daxuyaniyê de ragihandibûn, çalakiyên rengîn li dar xistin.
Qamişlo
Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Menîca Heyder roja jinan pîroz kir û wiha axivî: “Em roja jinan a cîhanê li hemû rêxistinên jin, Asayîşa Jin, Yekîneyên Parastina Jin YPJ ên ku li hember hemû zehmetî, şer û çekên qedexekirî canê xwe feda kirin û berxwedêr, pîroz dikin. Her wiha li berxwedêrên zindanan û dayik û bavê şehîdan jî pîroz dikin. Bi boneya 8’ê Adarê em soz didin Rêber Apo û hemû şehîdên tevgera azadiyê ku êdî hemû rojên me 8’ê Adarê bin. Em soz didin ku em ê aram nejîn heya gihîştina armancê û asata têkoşîna xwe bilind bikin. Roj bi roj em ê li ber xwe bidin heya rizgarkirina Rêber Apo û jinên bindest.”
“Tevî şert û mercên zehmet jî em ê 8’ê Adarê pîroz bikin”
Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Rodîn Îsa destnîşan kir ku tevî hemû şert û mercên zehmet em çalakiyên xwe li dar dixin û bi çi awayî mabe ew ê 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha pêde çû: “Em wekî tevgera jinan, ji bo 8’ê Adarê rêzeçalakiyên me hene ji bo pîrozkirina roja jinan a cîhanê, çalakiyên me ji 23’ê Şubatê dest pê dikin heya 10’ê Adarê bi dawî dibin. Li gorî bernameya me, şahî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin. Îro jî em serdana saziyên wekî Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî HPC- Jin û hin saziyên din dikin û diyariyan li wan belav dikin. Di nav van şert û mercên zehmet de jî çalakiyên xwe li dar dixin û çawa mabe em ê 8’ê Adarê bi ruhê berxwedêr pîroz bikin. Bi ruhê xweş û geş berê xwe didin saziyan û moral didin wan û dîlanê digerînin, da ku em teqez bikin kêfxweşiya me tu carî kêm nabe, tevî şer û zehmetiyan jî em moralê xwe diparêzin.”
Heleb
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk KPC-D pêşangehek wêneyan bi beşdarbûna bi dehan şagirt, mamoste, endamên sazî û dezgehên sivîl û endamên Kongra Star li dibistana Şehîd Mîxaîl a li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê, vekir. Hola pêşangehê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KPC-D hatibû xemlandin. Di pêşangehê de bi sedan wêneyên ku şagirtan bi destên xwe xêz kirine hatin pêşandan.
Endama Rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk KPC-D Zîlan Ehmed bi xêrhatina hemû beşdarên pêşangehê kir û wiha domand: "Ez 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên berxwedêr, tekoşer û xwedî vîn pîroz dikim. 8'ê Adarê rojeke pîroz, bi nirx û wate ye. Şagirtên refên navîn û amadehî bi riya vê pêşangehê û xêzkirina wêneyên jin û xwezayê xwestin Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz bikin. Wek mamosteyên KPC-D em ê bi erka xwe ya avakirina nifşeke nû rabin."
Şagirta dibistanê Hêva Elî Helebestek xwend. Paşê koma stranan a Şehîd Qehreman Efrîn stranên xwe gotin. Herî dawî jî Rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk KPC-D kulîlk li mamoste û şagirtan belav kir.
Pêşangeh bi gerandina govendê bi dawî bû.
Hesekê
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jin vê rojê pîroz dikin û wekî roja têkoşîn û berxwedanê nîşan didin. Rêvebera Afrana ya Bajarê Hesekê ji bo jinên karker ên Firina Til Hecer şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endmaên Kongra Star û Desteya Aborî ya Kantona Hesekê amade bûn. Jinên Karker di hundirê firinê de nan û gul rakirin.
Di destpêka şahiyê de Endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Îsa da zanîn ku tu dewlet mafê jinan naparêze û wiha axivî: “dewlet mafên jinan naparêzin, tenê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan mafên jinan parast. Îro ked û hebûna jinan di her qadê de bi saya fikir û felsefeya wî ye. Em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin.”
Maya Ebid El-Kerîm 8’ê Adarê li tevahî jinên Kedkar pîroz kir û got: “Bi boneya 8’ê Adarê em şahiyek li dar dixin, bi taybetî jinên karker ji ber ku di roja me ye îro de jinan di her qadê de cihê xwe girtine û kar û xebat didin meşandin. Di destpêka şahiya me de hemû jinên karker nan û gul rakirin. Nan tê wateya dawaza aştiyê ne û nan jî di dîrokê de tê wateya ku ê tebeqeya kedê ne. Di vê rojê de jinên karker ên firina Til Hecerê bi cil û bergên xwe yên folklorî şahiya xwe li dar xistin û karkerên mêr karê xwe berdewam kirin da ku gel nanê xwe bikre.”
Maya Ebid El-Kerîm di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê weke roja serhildanê pênase kir û got: “Banga min ji hemû jinan re ew e ku dîroka xwe nas bikin û li ku derê nehqî hebe bila serî hildin û doza mafên xwe bikin. Bila zincîrên koletî û desthildariyê perçe bikin.”
Şeyma Ebid El-Kerîm yek ji karkerên firina nan e 8’ê Adarê pîroz kir û wiha pêl da axaftina xwe: “Em pir kêfxweş in di vê şahiyê de ji ber ku 8’ê Adarê roja me ye. Em dixwazin her jin azad bibe û xwedî li mafên xwe derkeve.”
Di şahiyê de Kongra Star a kantona Hesekê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyarî rêveberiya Afranan kir.
Şahî bi belavkirina diyariyan li karkerên firinê bi dawî bû.
Kobanê
Li Kobanê jinên di nava Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" rêzeçalakî li dar xistin.
Bi dehan jinên ciwan û werzîşvan li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê yê Desteya Ciwan û Werzîşê kombûn. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xunav Xelîl axaftin kir û got: "Ji 1`ê Adarê û heta niha çalakiyên jinan ên ji bo pêşwaziya Roja Jinên Cîhanê berdewam dikin. Me jî weke Desteya Ciwan û Werzîşê xwest em bi rengê xwe çalakiyê çêbikin û vê rojê pîroz bikin. 8`ê Adarê weke dîrok ji bo me gelek bi nirx û wate ye, di vê rojê de hevgirtina jinan di asteke bilind de pêk hat û têkoşîna jinan li tevahî cîhanê hat naskirin. Me weke jinên Kurd ji destpêka dîrokê ve dest bi têkoşînê kiriye û heta vê rojê jî berdewam dikin. Ji bo vê em ê weke jinên ciwan pêşengiya vê têkoşînê bikin û xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin."
Piştî axaftinê, pêşbirka pirsên di çarçoveya werzîşê de hat lidarxistin, her wiha maç di navbera tîma Nicum û Helincê de pêk hat. Piştî maçê lîstikvanên ku di pêşbirkê de bi ser ketin, lîstikvanên tîmên ku maç lîstin û endamên Desteya Ciwan û Werzîşê hatin diyarî girtin.
Herî dawî jî meş ji lîstikgeha Hevlatiya Kobanê û Nerwêcê dest pê kir û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" li qada Jina Azad bi dawî bû.
"Jinan xwe di qada werzîşê de jî bi pêş xistin"
Jina Ciwan Nehle Hemî ku di pêşbirka pirsan de bi ser ket, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Em îro bi dehan jinên werzîşvan li lîstikgehê kom bûne û em bi rengê xwe 8`ê Adarî pîroz dikin. Çalakiyeke taybet û bi coş bû, ji bo vê em gelek kêfxweş bûn. 8`ê Adarê di encama têkoşîna gelek jinan de pêk hat, em dibînin ku berhemên wan jinên têkoşer di roja me ya îro de derdikevin holê. Îro jin di qada werzîşê de xwedî hebûn, rol û nasname ne. Ev yek jî destkeftiyeke din a jinan e."
Şehba
Li Şehbayê bi dirûşma “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan em ê bi tolhildanê agirê azadiyê geş bikin” Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya hatina Roja Jinên Cîhanê şahiyek li hola çand û hunera navçeya Ehdasa Şehbayê li dar xist. Di şahiyê de bi sedan jinên ciwan, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn û hol bi wêneyên pakrewan û Rêber Apo hat xemilandin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre koma Ş. Nucan Serdoz a stranan, koma reqsê, koma stranan a Ş. Hêva, hunermendên jin bi navê Zîlan Xelîl û Mofîda Hemdî jî derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
“Bi ruhê 8’ê Adarê em ê tev bigerin”
Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dade armancên lidarxistina şahiya pîrozkirina 8’ê Adarê anî ziman û got: “Armanca me bi lidarxistina vê şahiyê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên azadîxwaz û bi taybetî jinên ciwan e. Em bi ruhê 8’ê Adarê tev digerin û jinên bindest ji zincîrên koletiyê azad bikin. Di heman demê de armanca me yekem di 8’ê Adarê de ew e ku Rêber Apo fizîkî ji zindana Îmraliyê azad bikin. Di vê şahiyê de jinên ciwan reng û dengên xwe derxistin pêş. Em soza xwe careke din nû dikin em ê şopdarên pakrewanên xwe bin û tola wan hilînin.”
Di heman demê de koma govendê ya bi navê Ş. Nûjiyan Ocelan, koma stranan bi navê Ş. Viyan Kobanê ya Şehbayê, koma stranan a navçeya Şêrewa û koma Ş. Axîn Welat a govenda Ereban jî hunerên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.