Bi armanca şermezarkirina êrîşan li Şehbayê kon hat vedan
Li dijî êrîşên hikumeta Îraqê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-Dem a herêma Efrînê ji bo piştgiriya Şengalê konê çalakiyê vedan.

Şehba- Di 18’ê Nîsanê de dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşek nû li ser Şengalê pêk anî. Bi armanca şermezarkirina êrîşên bê navber ên li ser Şengalê ji aliyê hikumeta Îraqê ve, her wiha ji bo piştgiriya berxwedanê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û Tevgera Civka Demokratîk TEV-Dem li parka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê konê çalakiyê vedan. Kon wê heya sê rojan bidom e. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Tevgera Civaka Demokratîk TEV-Dem a herêma Efrînê Gulê Cafer axivî.
Gulê Cafer êrîşên bê navber ên hikumeta Îraqê û dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: “Em di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin. Projeya Netewa Demokratîk hemû pêkhateyan di nav xwe de hembêz dike. Dewleta tirk a dagirker dixwaze di demek nêz de vê projeyê ji holê rake. 74 ferman li ser civaka Êzîdî derbas dibe û heya niha bûyerên hovane yên DAIŞ’ê nehatiye jibîrkirin. Dema ku civaka Êzîdî xwe ji nû ve birêxistin kirin û xweseriya xwe avakirin dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK’ê bi pilanên di bin masê de êrîşên nû pêk tînin. Dema ku DAIŞ’ê derbasî Şengalê bû hikumeta Îraqê xwe da aliyekî. Her tim dixwazin fermandarên Êzdiyan hedef bigirin. Bi destekdayîna PDK’ê dewleta tirk êrîşan pêk tîne.