Bêyî ku vebibe li Efganîstanê dibistanên zarokên keç car din hat girtin

Dibistanên zarokên keç ên piştî ku Talîbanê li Afganîstanê dest danî ser rêveberiyê hatibûn girtin, bêyî ku vebibe car din hat girtin!

Navenda Nûçeyan – Di jiyana perwerdê de qedexeyên ku Talîbanê derbarê jinan û zarokên keç de girtiye berdewam dike.

Rêveberiya Talîbanê ya di raya giştî ya navnetewî de soz dabû ku wê perwerdeya zarokên keç berdewam bike, vê carê jî bi gotina “Ger cilên dibistanan li gor zagon, çand û kevneşopiya Efgan were sazkirin, li gor vê dê biryara vekirinê were ser ziman” bêyî ku vebibe, dibistanan girt.

Piştî soza Talîbanê rûxmê ku bendewariya vekirina dibistanên zarokên keç hebû, car din ji bo dîrokek pêşdetir hat avêtin.

Daxuyanî ji aliyê Miduriyeta Wezareta Perwerdê ya Netewî ya Talîbanê ve hat kirin.