Beşdariya jinan a mekanîzmayên biryargirtinê ji bo pêşveçûna civakê gavek girîng e
Rêvebera Daîreya Nifûs û Tomara Sivîl a li Silêmaniyê Zulfan Xerîb, da zanîn tevî astengiyên curbecur jî beşdariya jinan a mekanîzmayên biryargirtinê û rola wan a di pêşvebirina civakê de gelek girîng e.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Di salên dawî de beşdariya jinan a li rêveberî û postên payebilind ên ku berpirsyariyek mezin dixwazin, zêde bûye. Jinan, di birêvebirina saziyên cuda û beşên cûrbecur de, şiyan û jêhatîbûna xwe bi serkeftî nîşan dane. Lê belê, beşdariya rasteqîn a jinan tenê bi girtina van postan sînorkirî nîne, divê derfet ji wan re bên dayîn ku bi awayekî bibandor beşdarî biryargirtinê, danîna siyasetan û birêvebirina karûbarên saziyan bibin. Bi vî awayî jêhatîbûn û şiyanên jinan dikarin di nava civakê de bibin sedema guhertineke erênî.
Girtina erkên berpirsyariyê ya ji aliyê jinan ve, ne tenê tê wateya ku navê wan bi hinek post an jî sernavan re girêdayî be. Ev tê wateya naskirina şiyan û jêhatîbûna wan, mafê wan ê bingehîn ê beşdariya watedar a di pêvajoyên biryargirtinê û rêvebirina saziyan de.
Her çiqas jinan di salên dawî de di gihîştina meqamên bilind de gavên girîng avêtine jî, divê astengiyên civakî, çandî û saziyî yên ku pê re rûbirû dimînin, bên kêmkirin. Bi vî awayî misoger bike ku jin xwedî derfetên wekhev bin ku rolên rêveberiya payebilind bi dest bixin. Dema ku jin bi bandor beşdarî pêvajoyên biryargirtinê dibin, ew ne tenê nîvê civakê temsîl dikin, di heman demê de beşdarî afirandina formeke rêveberiyê ya dadmendtir, bi bandor û bersivdayîtir dibin ku hewcedariyên hemûyan baştir çareser dike.
Xurtkirina rola jinan di rêveberiyê de, berfirehkirina beşdariya wan a li seranserê sektorên cûda yên civakê û peydakirina derfetên mezintir ku jêhatîyên xwe di meqamên berpirsiyariyê de bicîh bînin, gaveke girîng e. Tuxgeneral Zulfan Xerîb Rehîm, serpêhatiya xwe ji ajansa me re vegot.
‘Jin her tim di nava civakî, siyasî û rêxistinên cûda de çalak in’
Zulfan Xerîb a ku bû yekem Rêvebera Nifûs û Rewşa Sivîl a Silêmaniyê, bi van gotinan behsa serpêhatiya xwe kir: “Min di warê rêveberiya karsaziyê û îdareyê de dîplomaya lîsansê wergirt û ez di pola xwe de bûm yekem. Min di nava koma yekem a mezûnên Akademiya Leşkerî de wek jina ewil cihgirt. Her wiha min dewreya pêncem a perwerdehiya fermandariyê temam kir û di vê bernameya ku salek berdewam kir de, yek ji xwendekarên herî serkeftî bûm û di nava hemû jinan de bûm ya sêyemîn. Erka min a destpêkê li Rêveberiya Nifûs û Rewşa Sivîl a Silêmaniyê di beşa ragihandinê de bû. Piştre, ez 17 salan wekî Rêvebera Nifûs û Nasnameyên Neteweyî li navçeya Dûkanê xebitîm. Her wiha min 4 salan wekî Rêvebera Karûbarên Îdarî ya li Rêveberiya Nifûs û Rewşa Sivîl a Silêmaniyê kar kir. Niha jî ev demek e, wekî yekem jina li Îraqê erka Rêveberiya Nifûs û Rewşa Sivîl a Silêmaniyê dikim.”
Zulfan Xerîb, da zanîn jin her tim di nava civakê, siyaset û rêxistinên cûda de çalak in û wiha pê de çû: “Beriya 25 salan em di bin serokatiya Mam Celal de ketin Akademiya Leşkerî. Me perwerdehiya xwe bi serkeftî temam kir, dîplomayên xwe wergirtin û em bûn efserên leşkerî. Di 6’ê Tîrmeha 2026’an de guherîna erkan çêbû û Rêveberê berê wekî rêveberek li Parêzgeha Silêmaniyê hate tayînkirin û ez jî di vê çarçoveyê de wekî Rêvebera Nifûs û Rewşa Sivîl a Silêmaniyê hatim tayînkirin.”
‘Beşdariya jinan a li mekanîzmayên biryargirtinê gaveke ji bo pêşveçûna civakê ye’
Zulfan Xerîb, di berdewama axafrina xwe de tekez kir ku beşdariya jinan a mekanîzmayên biryargirtinê ji bo pêşveçûna civakê, avakirina nêzîkatiyeke dadperwertir a di rêveberiyê de û kêmkirina tundiyê, xwedî girîngiyeke mezin e û got: “Hebûna dengê jinan a di rêveberiyê de, ji bo civakên ku dixwazin bipêş bikevin, pêdiviyek e. Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de him di qadên îdarî û him jî têkoşînên şoreşgerî de rolên girîng lîstin. Yek ji van mînakan jî Adîle Xanimê ku li Helebçeyê wekî rêveber kar kir û Xanzade Xanimê ku di sedsala 16’an de Mîrektiya Soran birêve bir. Jinên Kurd di qada çandiniyê de jî li kêlaka mêran xebitîn û berpirsyartiyên mezin girtine ser xwe, serkeftinên mezin bi dest xistin û bi nasnameyên xwe yên berxwedêr û têkoşer, beşdarî pêşveçûna civakê bûne. Beşdariya heyî ya jinan a di berpirsiyariyên asta bilind de him di saziyên dewletê û him jî qadên siyasî de, bandoreke rasterast li ser partiyên siyasî, saziyên giştî, civakê bi giştî û tevgera jinan dike. Pêşveçûna têkoşîna jinan, bi awayekî xwerû bi beşdariya wan a çalak di mekanîzmayên biryargirtinê ê û qadên din ên civakê de girêdayî ye.”
Zulfan Xerîb, destnîşan kir ku jinên Kurd di dîrokê de bi fedakarî û canfedatiya xwe şopeke kûr li ser civakê hiştine û anî ziman ku lêkolînerên wekî Edmonds û Major Soane jî bal kişandine ser wê rastiyê ku jinên Kurd li gorî jinên din ên li Rojhilata Navîn, xwedî cihekî cuda û taybet in. Zulfan Xerîb, bibîr xist ku piştî hilweşîna mîrektiyan hinek jinên Kurd hatin ser karên serokatiyê û di rêveberiya xwe de pir serkeftî bûne.
Zulfan Xerîb, diyar kir ku jinên Kurd di dîrokê de di qada giştî de roleke çalak lîstine û di nava civaka Kurd de nirxeke mezin ji bo jinan û bi taybetî jî ji bo dayîkan tê dayîn. Zulfan Xerîb, anî ziman ku jin di gelek waran de ji çandiniyê bigre heta rêveberiyê li gel mêran dixebitin û rêzdariya ku ji jinan re tê girtin, di nava pêkhateya malbatî ya civaka Kurd de cihekî girîng digre.
‘Li Silêmaniyê gelek jinan pêşengî kirin û normên kevneşopî guhertin’
Zulfan Xerîb, axaftina xwe wiha domand: “Dema jin di her saziyekê de rolên serokatiyê digrin ser xwe, ew wekî mêran xwedî heman serweriya biryargirtinê ne û rewşeke ku bi yasa û rêziknameyan hatiye diyarkirin. Jin dikarin berpirsyariyên di astên herî bilind de li nava saziyên dewletê bi cih bînin. Li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyê gelek caran jin di karên payebilind de cih digrin. Li Silêmaniyê gelek jinan pêşengî kirin û normên kevneşopî guhertin. Di sala 1992’an de di kabîneya yekem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jinek wekî Wezîra Xwendina Bilind û Perwerdeyê kar kir û jin di pozîsyonên wekî berpirsa herî bilind a dadweriyê, qeymeqam û parêzgar de jî xebitîn. 25 sal berê, ez di nav koma yekem a efserên jin de bûm ku ji kolêjeke leşkerî ya li Silêmaniyê mezûn bûn.”
‘Ji bo misogerkirina beşdariya wekhev a jinan pêdivî bi tedbîrên berfirehtir heye’
Zulfan Xerîb, da zanîn ku zêdebûna beşdariya jinan a li bajarên din pêşveçûnek erênî ye û wiha domand: “Lê jin hêj di mekanîzmayên biryargirtinê de bi têra xwe berpirsyariyên asta bilind negirtine ser milê xwe. Yekem jin a ku wekî seroka encûmenê hate tayînkirin jî bi pêşniyara Parêzgariya Silêmaniyê bû. Divê bê diyarkirin ku Silêmanî bajarekî pêşeng e ku rê ji bo jinan vedike û li dijî normên kevneşopî derdikeve.”
Zulfan Xerîb, balkişand ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Iraqê yasayên ku rêveberî û desthilatdariyê birêve dibin, bi gelemperî ji perspektîfek ku mêr lê serdest in hatine amadekirin. Zulfan Xerîb wiha got: “Ev rewş jî bandorê li beşdariya jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de, derfetên wan ên aborî û statuya wan a civakî dike. Her çend guhertinên heta niha hatine dîtin girîng bin jî, ji bo mîsogerkirina beşdariya wekhev a jinan û kêmkirina tundiya li dijî wan, pêdivî bi tedbîrên berfirehtir heye.”
‘Beşdariya jinan a di aboriyê de bingeha pêşveçûna civakî ye’
Tuxgeneral Zulfan Xerîb Rehîm a got beşdariya jinan a di jiyana aborî de roleke girîng di pêşveçûna civakê de dilîze, anî ziman ku reformên yasayî yên ku armanc dikin li Herêma Kurdistanê derfetên aborî ji bo jinan berfireh bikin, dê encamên erênî bi xwe re bînin û wiha axivî: “Partiyên siyasî ji bo jinan qadeke guncaw peyda dikin ku bikarin jêhatîbûn û ramanên xwe nîşan bidin. Divê tayînkirina namzedên jin a ji bo pozîsyonên payebilind him di nava hikûmetê de û hîm jî di rêveberiya partiyan de bi awayekî çalak bê destekkirin. Piştgiriya partiyên ku baweriya wan bi şiyanên jinan heye, dê bibe sedema zêdebûna beşdariya jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de. Bêguman dema ku jin di nava saziyan de berpirsyariyan digrin ser milê xwe, ew ê rasterast beşdariyê di pêşveçûna wan rêveberî, rêxistin û wezaretên lê dixebitin de dikin.”
Xerîb Rehîm, da zanîn ku hebûna jinên serkeftî ya di van saziyan de bandoreke erênî li ser malbatên wan dike û bi vî awayî keç û xizmên wan ên jin teşwîq dibin ku rolên bi vî rengî bigirin ser xwe. Xerîb Rehîm, tekez kir ku serkeftina jinan him dibe sedema pêşveçûna saziyên ku lê dixebitin û him jî dibe sedema baştirkirina kalîteya xizmetên ku tên pêşkêşkirin.”
‘Ez dixwazim jin di rêveberiya Iraqê de wekî Cîgira Serokomar an jî Cîgira Serokwezîr cih bigrin’
Zulfan Xerîb Rehîm, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hêvî dikim ku guhertinên di kabîneya nû ya hikûmetê de bibin sedem ku bêtir jin di saziyên dewletê û wezaretan de berpirsiyariyên payebilind bigirin ser milê xwe. Ez dixwazim jin di rêveberiya Iraqê de wekî Cîgira Serokomar an jî Cîgira Serokwezîr cih bigrin. Pêşveçûneke wiha ji bo tevgera jinan dê bibe qonaxeke girîng. Ev yek him naskirina jêhatîbûnên jinan e û him jî xurtkirina pozîsyona wan di nava civakê de ye.