Beşdarên konferansê: Em ê îradeya xwe radestî tu kesî nekin

Jinên ku tev li 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî bûn, diyar kirin ku ew îro bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin li Bexdayê konferanseke bi vî rengî pêk bînin û da zanîn ku êdî çi bibe jî îradeya xwe radestî tu kesî nekin.

Şengal 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2024’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a çand a ji bo jin û zarokan, bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ duh li Bexdayê pêk hat. Di konferansê de ferman, tundiya li ser jinan, têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrsalarî, netewa demokratîk û çareserî hatin niqaşkirin.

Li ser girîngî, armanc û hedefa konferansê, jinên ku tev li konferansê bûn ji ajansa me re axivîn.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Caklîn Husên diyar kir ku beriya 10 salan civaka Êzidî ji fermaneke zehmet re derbas bûye û wiha got: “Fermana 3’yê Tebaxê ku hat serê civaka Êzidî, gelek zehmet bû. Civaka Êzidî ji fermaneke mezin re derbas bû. 10 sal ên fermanê tijî bû lê îro roj hê jî hestiyên êzidiyên ku roja fermanê hatin qetilkirin, li gorên komîne û nehatine derxistin. Hê jî miletê me bi temamî venegeriyaye ser cih û warê xwe. Êzidiyên ku beriya fermanê nikaribûn xwe biparêzin û xwe birêve bibe, niha xwedî hêza YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzidxanê ye, xwedî meclisan e. Em civaka êzidî ku xwe bi fikr û felseferya Rêber Apo perwerde û bi rêxistinkirî, îro bi saya vê fikr û felsefeyê li Bexdayê civînek bi vî rengî pêk tînin. Em civaka êzidî bi fikrên Rêber Apo xwe bi hêz kiriye û li dijî tu êrîşan tu carî gav paşde navêje û em ê her li ber xwe bidin.”

‘Em piştgirî didin xwişkên xwe yên Êzidî’

Ruhîda Hesen a ku li ser navê rêxistina kêmnetew beşdarî konferansê bibû jî ev tişt anî ziman. “Ji bo lidarxistina Konferansa 3’yemîn wekî rêxistina kêmnetewan me gelek ked da. Me gelek hewldan kir ji bo naskirina qirkirina ku li ser jinên êzidî pêk hatiye. Têkilî û pêwendiya me bi jinên êzidî re hebû û me bi hev re kar meşand. Em piştgirî didin daxwaza jinên êzidî. Ji aliyê din ve me komîteyek taybet ava kir ji bo biserxistina projeyên ji bo civak û jinên êzidî. Her wiha ji bo naskirina qanûneke ji bo jinên êzidî ku di civakê de xwedî rol in, me kar da meşandin. Û em niha li vir in û heta ji me bê em ê piştgirî bidin xwişkên xwe yên êzidî.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Endama TAJÊ Filuz Berekat jî da zanîn ku di konferansê de fermana li ser civaka êzidî û jinên hatiye niqaşkirin û ev nirxandir kir: “Em konferansya me ya 3’yemîn e ku em li Bexdayê lidar dixin. Em di konferansê de tiştên ku bi serê civaka êzidî û jinên êzidî hat, niqaş kir. Di fermanê de bi hezaran jinên êzidî ket destê dijmin û heta niha jî li ser wan bazaran tên kirin û aqûbeta wan ne diyar e. Em heta rizgarkirina hemû jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne, li ber xwe bidin. Em bi fikrên Serok Apo berxwedaniya xwe mezin kir. Êdî em çi bibe jî îradeya xwe radestî tu kesî nakin.”